HEDEP’a Mersînê ji bo Meşa Azadiyê bang kir

  • 22:03 14 Mijdar 2023
  • Rojane
MERSÎN - Rêxistina HEDEP’a Mersînê ji bo hevdîtina gel ya 17’ê Mijdarê û Meşa Gemlîkê ya 18’ê Mijdarê banga tevlibûnê kir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mersînê ji bo hevdîtin di 17’ê mijdarê de li ber rêxistina navçeya Akdenîzê bi tevlibûna hevseroka giştî Tulay Hatîmogullari Oruç pêk tê banga tevlibûnê kir. 
 
Parlamentera HEDEP a Mersînê Perîhan Koca û kesên ligel wê  li Kolana Pazarê belavok belavkirin û gel vexwendiyê bernameyê û meşa 18’ê Mijdarê ya Gemlîkê kirin.