Li Rihayê polîs jinek tehdîd kir

  • 18:38 14 Mijdar 2023
  • Rojane
RIHA - Li Rihayê polîsekî li kolanê jinek tehdîd kir.
 
Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê li ber Qeymeqamtiya Eyyubiye polîsekî êrîşê jinek û birayê wê kir. Welatiyên derdorê bi telefonê dîmen girtin û li ser çapemeniya civakî weşandin.
 
Di dîmenan de polîs bi ser jineke ku nasnameya wê nehat hînbûn de çû û tehdîd kir.  Jina ku rastî êrîşe hat hewl da dîmanan qeyd bike lê polîs li ser vê hêrs bû. Polîsekî din jî hewl da pêşî li jinê bigire û polîs jinê dike wesayîta polîsan.
 
Polîs ji cihê bûyerê dur ket û der barê jinê û birayê wê de agahî nehat girtin.