Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin

  • 15:14 14 Mijdar 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li dijî gora Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr Kaymaz ên li Qoserê hatibûn qetilkirin, êriş pêk hat. 
 
Ahmet Kaymaz û lawê xwe Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bû li navçeya Qosera Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de li ber deriyê mala xwe di encama gulebaranê de hatibûn qetilkirin. 13 gule berdabûn bedena Ûgûr Kaymaz ê 12 salî. Li dijî gora Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr ku li goristana taxa Pirîketa ye ji aliyê kes ango kesên nediyar ve êriş pêk hat. Li dijî kêlika gora Ahmet Kaymaz êriş pêk hatiye û kêlika wî şikandine. Hat zanîn ku duh êriş hatiye kirin û piştî ku welatiyan gor çêkiriye agahî dane malbatê. 
 
'Ev 19 sal in ez edaletê dixwazim'
 
Makbûle Kaymaz êrişa li dijî gora lawê xwe û hevjînê xwe şermezar kir û destnîşan kir ku êrişa li dijî gorên wan hatiye kirin û ev êrişa nêzikî salvegera qetlîamê pêk hatiye ne tesadûfî ye û got: “Ev 19 sal in ez edaletê dixwazim. Lê min edaletê nedît. Niha jî êrişî gora lawê min û hevjînê min dikin. Mala xelkê me ava be, çawa dîtine ku gor hatiye xerakirin, çûne çêkirine û paşê xeber dane me. Xwedî li Ûgûr û bavê wî derketin. Kurdan di gorên wan de jî rehet nahêlin. Lê çi dibe bila bibe em ê hesab ji faîlan bipirsin.”