Li Reqeyê komxebata jinan dest pê kir

  • 12:15 14 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Reqayê di çerçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê bi beşdariya 250 delegeyan, komxebata jinan dest pê kir.
 
Komxebat ji aliyê Meclîsa Kombûna Zenûbiyayê ve hatiye organîzekirin. Komxebat di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê de hatiye lidarxistin ku duh ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine ragihandin.
 
Komxebat li hola Mişwar a bajarê Reqayê bi amadebûna derdora 250 kesayet û endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî tê lidarxistin.
 
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got: "Em jinên Sûriyeyî bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em teqez dikin ku em ê nameya aştiyê ya ku Rêberê mirovahiyê hilgirtiye ragihînin. Em bi rih û feslefeya Jin, Jiyan, Azadî dixebitin da ku projeya xwe biparêzin û Rêbertiya xwe azad bikin."
 
Di komxebatê de wê 4 mijar; Reqa: Xwişk û biratiya gelan, Tebqa: Jinelojiya Jin, Jiyan, Azadî, Minbic: Çand û Exlaq, Dêrazor: Erdîngarî û Têgeha Eşîran werin nîqaşkirin. 
 
Komxebat wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.