'Armanca me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e'

  • 09:10 14 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat - Oznûr Deger 
 
ENQERE - Endama Lijneya Rêveberiyên Xwecihî Rozerîn Îldan, da zanîn hedefa esil azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got:"Di heman demê de hilbijartinên rêveberiyên herêmî nêz dibin. Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de hemû şaredariyên li Kurdistanê bigirin û li vir li ser esasên rêya sêyem siyasetekê bimeşînin."
 
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di 11'ê Mijdarê de li Enqereyê hat lidarxistin. Konferans, bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi rêveberiyên herêmî yên azad ve” hat lidarxistin. Konferans, di şexsê Hevrîn Xelef, Yûsra Derwêş û Kader Ortakaya yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin de diyarî hemû jinên têkoşer hate kirin. Di konferansê de jinan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rêya sêyemîn. 
 
Endama Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya HEDEP'ê Rozerîn Îldan, derbarê konferans û komxebatên ku li dar xistine nirxandin kir. 
 
Lîberalîzm, şerê taybet, rêya sêyem
 
Rozerînê bi lêv kir ku wan du sal berê konferansa jinan li dar xistine û biryar girtine û bi van biryaran pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û wiha got:"Piştî hilbijartinên giştî ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî start hat dayin. Xebatên me bi atolye û xebatên jinan dest pê kir. Piştî sala 2019'an xespkirina qeyûman êrişeke mezin li dijî destkêftiyên jinan çêbû. Wekî jin li dijî vê zihniyeta qeyûman me nîqaşên 'Me li dijî êrişan bersiveke çawa da' kirin. Me li ser vê yekê li Silopiyê komxebata du rojan a jinan li dar xist. Piştî nîqaşên du rojan me li çar herêman atolye li dar xistin. Mijarên me dan berxwe wiha bûn; lîberalîz, şerê taybet, siyaseta rêya sêyem, zihniyeta mêr a serdest û tifaq. Li Amed, Serhad, Botan û Tirkiyeyê xebatên me yên komxebatan çêbûn. Em li ser bandorên rêxistinbûyinê û pêşniyarên çareseriyan jî sekinîn."
 
'Îradeya rêxistinbûyina hîn zêde derket holê'
 
Rozerînê diyar kir ku di konferans û komxebatan de îradeya rêxistinbûyina hîn zêde ya jinan derket holê û wiha pê de çû:"Di dema nîqaşan de dihat gotin ku pêdivî bêtir ji rêxistinbûyinê re heye. Her wiha me li ser mijarên; tendirustî, ekolojî, tundiya li ser jinan nîqaş dan meşandin. Wê xebatên me heta hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî dewam bike. "
 
'Wê siyaseta rêya sêyem ji gelan re were ravekirin'
 
Rozerînê da zanîn hedefa jinan a di pêvajoya pêş de avakirina civakî ye û wiha lê zêde kir:"Pirsgirêkên me yên bingehîn ên li Kurdistan û Tirkiyeyê pirsgirêkên avakirina civakî ye. Divê ev pirsgirêk bi dawî bibin û ji bo em bêtir bi hêz û birêxistin bibin divê em avakirina civakî xurtir bikin. Ji bo em di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî de bi ser bikevin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê li Kurdistan û Tirkiyeyê siyaseta rêya sêyem ji gelan re rave bikin. Li dijî tundiya li ser jinan em ê bêtir torên jinan bidin avakirin. Her wiha em ê heta dawiyê pergala hevserokatiyê biparêzin."
 
'Em ê Birêz Ocalan azad bikin'
 
Rozerînê da zanîn pergala hevserokatiyê tenê jinan eleqedar nake û wiha got:"Dema em li ser vanan nîqaş dikin di heman demê de em dibînin li Kurdistan û Tirkiyeyê şer pêş dikeve. Bi taybet pêvajoyeke zextê ya pêş dikeve heye. Polîtîkayên şerê taybet û êrişên li ser Rojava dewam dikin. Ev sîstema tecrîdê li hemû civakê tê belavkirin. Ev tecrîd ne tenê li ser kesayetekê li ser hemû civakê ye. Em êdî ne tenê girtina xeberê em azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. Em ê Birêz Ocalan azad bikin. Em ê rêxistinbûyina xwe mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin."