Cemile Turhalli: Tecrîd encama neçareserkirina siyasî ye!

  • 09:06 14 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Parêzer Cemile Turhalli têkildarî tecrîda mutlak a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn tecrîd encama neçareserkirina siyasî ye û wiha got:"Tecrîd li ser civakê tê ferzkirin û tê xwestin wiha civak bê teslîmgirtin."
 
Ev 25 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê tê girtin û ev 33 meh in tu xeber jê nayê girtin. Tecrîda giran her diçe giran dibe. Her çiqas dengên li dijî tecrîdê bilind dibin jî lê belê îktidar bersivê nade banga tê kirin. Têkildarî tecrîda kûr dibe û nehiqûqiya tê kirin Parêzer Cemile Turhalli nirxandin kir. 
 
'Li ser Abdullah Ocalan binpêkirineke cidî heye'
 
Cemileyê bi lêv kir ku pîvanên tecrîdê yên hiqûqî, siyasî û psîkolojîk hene û wiha got:"Pîvana hiqûqî ya tecrîda li ser Birêz Ocalan balê dikşîne. Ji sala 2011'an heta niha Birêz Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li vir tecrîda mutlak mijara gotinê ye. Lê li gor zagonan dikare ji alîkariyên parêzer fêdê bigire. Hevdîtina parêzeran normeke zagonî ye. Li ser Abdullah Ocalan binpêkirineke cidî heye."
 
'Tecrîd ji aliyê hiqûqê ve îşkence ye'
 
Cemileyê da zanîn ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re bi awayekî kêfî her carê astengiyek tê derxistin û wiha pê de çû:"Tecrîd ji aliyê hiqûqê ve îşkence ye. Tecrîda mutlak a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan encama neçareserkirina siyasî ye. Tecrîd li ser civakê tê ferzkirin û tê xwestin wiha civak bê teslîmgirtin. Niha li ser mafên kurdan ên rewa înkarek heye. Ji vê înkarê wêdetir helwesteke neçareserkirinê heye. Lê em dizanin ku her hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzer û malbatê li ser berdewamiya aştiyê ye."
 
'Dewlet tecrîdê li ser gelan belav dike'
 
Cemileyê bi lêv kir ku tecrîd ji bo bendê bi navbera Birêz Ocalan û gel de ava bikin belav dikin û wiha lê zêde kir:"Birêz Ocalan bi rastî dibêje aştî û gel jî ji aştiyê bawer e. Piştî gireva birçîbûnê ya sala 2011'an daxuyaniyên Ocalan aştiyane bû û grevên birçîbûnê bi daxuyaniyê bi dawî bû. Em dibînin ku Ocalan pêşniyarên rêya aştiyê vedikin, derdixe pêş. Lê belê hinek kes dixwazin vê yekê asteng bikin. Hewldana astengkirinê bi meseleya kurd re eleqedar e. Nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberî meseleya kurd e. Dema em li pîvana psîkolojîk jî binêrin ev li nokteyek neçareseriyê û xirakirina motîvasyonê disekine."
 
'Jinan dikin hedefa tundiyê'
 
Cemileyê diyar kir ku jin kirdeya civakê ye û got:"Jin dibin hedef, nîqaşên jinan derbarê hevserokatiyê de kirine bûne mijara lêpirsînê. Ev veguherî destdiriya darazê. Tasfiyekirina serokatiyên daîreya jinan, anîna mêran a li cihê qeyûm hatin tayinkirin, rakirina muduriyetên jinan... Ev hemû hedefgirtina jinan e. Jinên tundî li wan hatin kirin bêxwedî hatin hiştin. Stargehên jinan girtin. Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selisê hat girtin. Jinan xizmet negirtin. Jinan dikin hedefa tundiyê."
 
'Li ser civakê asîmîlasyoneke mezin heye'
 
Cemileyê da zanîn fikrên Abdullah Ocalan tenê bi Tirkiyeyê ne sînordar e û wiha got:"Li Rojhilata Navîn rewşeke kaotîk heye, nakokî hene, lê belê ewqas jî erdnîgariyeke dewlemend e. Jiyîna gelan a li ser Rojhilata Navîn a bi hev re pirsgirêkek e cidî ye. Kurd jixwe kirine çar parçe. Di bin desthilatdariya 4 dewletan de ne û hewl didin hebûna xwe bidomînin. Kurd li ser van çar parçeyan bi înkarina nasnameya xwe ya ji aliyê desthilatdaran ve dijîn. Li ser civakê asîmîlasyoneke mezin heye." 
 
'Neteweya Demokratîk ji bo kurdan çareserî ye'
 
Cemileyê da zanîn yekperestî tu carî di nava civakê de nabe çareserî û wiha got:"Ev tenê bi erdnîgariya kurdan ne eleqedar e, ev yekperestî dikare ol, bawerî, netew û gelek tişt bin. Kurdan çi kirin ? Kurdan gotin li dijî netew dewletê netewa demokratîk. Çimkî ev gelan bi sedan salan bi hev re jiyane. Çima dîsa bi hev re nejîn ? Ev paradîgmaya ji bo Rojhilata Navîn jî çareserî ye."