375 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê

  • 14:10 13 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ji wargeha koçberan ya Zoxo 375 koçberên Êzidî bi daxwaza zqwcvegeriyan ser cih û warê xwe yên li Şengalê.
 
Vegera koçberên Êzidî ya ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 375 koçberên Êzidî ji wargeha Persef Yek ya li bajarokê Zaxo ya Herêma Kurdistanê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku proseya ji bo vegerandina penaberên di wargehan de dewam dike, ji bo kesên vedigerin ser cih û warên xwe pêdawîstiyên bingehîn tên dabînkirin.