ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 13 Mijdar 2023
  • Rojev
 
*Jinên Amedê diyar kirin  ku şerê îqtîdar dide meşandin dibe sedema qeyrana aborû û gotin: “Pereyê ku ji şer re tê veqetandin ger ku ji bo gel bê veqetandin wê tu pirsgirêkên gel ên aboriyê nemînin û qeyran jî rûnadin." DÎMEN HEYE
 
*Selamet Yeşîlmen 8 sal berê li Nisêbînê di dema qedexeyan de li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Keça wê Fîlîz Yeşîlmen wiha got: “Dewlet ji bo ser bûyerê bigire got ‘kurê Selametê Molotof çêkiriye, detsê wî de teqyaye, bombe amade kirine’. Lê dewletê bi bizanebûn em kuştin.” DÎMEN HEYE
 
*25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê nêz dibe. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku bi salan ferzkirina koletiyê ya li ser jinê veguheriye koletiya civakê û bal dikşîne ser çavkaniya pirsgirêkê. Her wiha Abdullah Ocalan bi tespîta ‘jin jiyan bi xwe ye’ çareseriyê jî datîne holê. DOSYA
 
*Jinên Mêrdînê ji bo meşa 18’ê Mijdarê ya ber bi Gemlîkê ve bang li gel kirin û gotin ku ji bo pêşerojê û azadiyê, ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes tevli meşê bibe. DÎMEN HEYE
 
*Jinên taxa Şêxmeqsûd derbar salvegera şewtandina Sînamaya Amûdê berteka xwe dan nîşandan û wiha gotin:"Rêjîma Baas'ê her komkujî û qetîlam bi serê gelê Kurd de pêk dianî.  Lê Komkujiya Sînemaya Amudê bi awayê aşkere pêk hat. Lê me îro bi pergala Xweseriya Demokratîk ku me ava kir bersivê didin vê rejîmê. DÎMEN HEYE
 
*Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku BOP ji bilî mirinê tiştekî ji gelan re nayne û îdiaya jiyana nû ya gelan tê tunekirin. Hamîdeyê wiha got: “Dewletên mezin li ser maseyan aştiyê ji gelan re naynin. Ji bo gel qedera xwe tayîn bikin divê têbikoşin.” BI DÎMEN