Êrîşa li dijî navenda ciwanan hat protestokirin

  • 18:49 12 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwan û gelê navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê li dijî êrişa li ser navenda ciwanan a Minbicê meşek li dar xist û gotin ew ê heta pêkanîna serkeftinê parastina destkeftiyên şoreşê bikin.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê meşek li dar xist. Di meşê de ciwan, endamên sazî û meclisên navçeya Tirbespiyê beşdar bûn.
 
Meş ji pêş avahiya Kongra Star a li rojhilatê Tirbespiyê dest pê kir û li sûka navendî tevî hildana diruşmên ′Berxwedan jiyan e′,′Na ji êrişên dagirkeriyê re′ geriyan. Li pêş avahiya ciwanên şoreşger endama Yekitiya Jinên Ciwan Lava Melek daxuyanî xwend.
 
Di daxuyanyê de êrişa li dijî navenda ciwanan hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku komploya li dijî Abdullah Ocalan hîna bi rêya hedefgirtina gelên azad û girankirina tecrîdê dewam dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ciwan hêzên dînamîk ên civakan in, ji lew re hêzên kapîtalîst û mêtinger wan hedef digirin ku vîna wan bişikînin û gotin ew ê bi berxwedan û têkoşînê destkeftiyên şoreşê ku bi fedakariyên şehîdan pêk hatine biparêzin.