Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû

  • 10:22 12 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
EQNERE - Di Encamnayea Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demkratîk a HEDEP’ê ku diyar bû wiha hat gotin “Em hêza xwe ji pabendiya bi paradîgmaya xwe digirin. Em ê hem civaka demokratîk hem jî xwe bi feraseta rêveberiya herêmî ya ku di nava avahiyên şaredariyan de hilnayê ji nû ve ava bikin. Em ê li cewhera xwe vegerin û paradîgmaya xwe ya Azadîxwaziya jinê ya ekolojîk û demokratîk pêk bînin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi Rêbazên Herêmî yên Azad" li dar xist eşkere kir. Konferans ji bo jinên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, Hevrîn Xelef, Yusra Derwêş û Kader Ortakaya yên di encama êrîşên desthilatdariyê yên ku tehemûlî şoreşa jinê ya li Rojava nekirine hatin qetilkirin bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Ji 3 jinên endamên meclisê ber bi hevserokatiyê...
 
Di encamnameyê de hat ragihandin ku tevlîbûna jinan a di rêveberiyên herêmî de asta têkoşînê jî nîşan dide û wiha hat berdewamkirin, "Me pêvajoya ku bi 3 endamên meclîsan dest pê kir, bi prensîba temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê tacîdar kir û di dîroka têkoşîna jinê de weke destkeftiyeke mezin da nîşandan. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an de me prensîba hevserokatiya xwe ya temsîliyeta wekhev di hemû mekanîzmayên xwe de bi cih anî. Li hemberî êrîşên li ser pergala xwe me yek gav jî paşve neavêt. Ji ber ku em ne yên ku rêveberiyên herêmî di nav avahiyên şaredariyan de bi cih dikin û em yên ku demokrasiya xwecihî esas digirin.  Em di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de li ser esasê temsîliyeta wekhev, tevgeriyan. Me meclîsên xwe li gorî prensîba xwe ya temsîliyeta wekhev ji gund heta taxan, ji navçe heta bajaran ava kir. 
 
Li ser rêya hilbijartinên rêveberiyên herêmî…
 
Di vê dema ku em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin em soz didin ku em ê pergala xwe bi awayekî herî xurt ava bikin. Divê gumana kesî tunebe ku em ê nikaribin di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de ji endamên meclîsên me yên bajaran bigire heta endamên meclîsên şaredariyan û hevşaredaran  bi awayekî aktîf tevlêbûna jinan misoger nekin."
 
'Jiyana nû ya ku li Rojava hat pêşxisitn rêya siyaseta me ya 3'yemîn ronî kir'
 
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê têkoşîneke gelekî mezin e ku di nava saziyan de nikare bê bicihkirin e, navend û stargehên jinan ên ku ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, wê ji nû ve werin vekirin û qadên hilberîna wan ji nû ve bên vekirin. Di berdewamiya encamnayeê de  ev tişt hat gotin, "Têkoşîna jinên ku li Rojava û Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana xwe jiyaneke nû avakirin bûye çavkaniya îlhamê. Ev pêvajoya ku ji gundên jinan heta kooperatîfan, ji qanûna jinan heta zanîngehên jinan di nav xwe de hewand bû nexşeya polîtîkaya me ya Rêya 3’yemîn. Ev rastiya ku avakirina Komara Demokratîk di demokrasiya rêveberiyê herêmî re derbas dibe careke din nîşanî me da. Ji mekanîzmayên biryargirtinê bigire heta mekanîzmayên rêveberiyê, dîrok bi mînakên tije ye ku tu pergalek ku mirov û jin tê de nebe, nikare bijî. Li ser van hemû rastiyan em ê bi modela rêveberiyên xwe yên herêmî yên azadîxwaz ên jinan îdiaya xwe ya Komara Demokratîk pêk bînin. Di her xebata ku em ê bi pêşengiya jinê bimeşînin, li dijî feraseta mêrsalar a monîst, zayendperest, mîlîtarîst em ê hemû rengên civakê bi hemû cudahiyên xwe hembêz bikin.”
 
Berdewamiya encamnameyê wiha ye:
 
“Hikûmeta ku bi siyaseta dijmin hewl dide xwe li ser piyan bihêle, îro veguheriye rejîmeke tecrîdê. Bi kûrkirina tecrîdê re şer gurr kir. Birêz Ocalan 32 meh in di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin. Em îro jî wek duh dibêjin. Hebûna gelê Kurd e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin. Em ê bê rawestan bibêjin Birêz Öcalan temînata aştiya bi rûmet a li van xakan e. Kilîda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi fikrên xwe ji bo gelên cîhanê bi taybet Rojhilata Navîn hêviya herî mezin e. Yên ku tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bike û wî bigihîne azadiya fizîkî, jin in. Têkoşîn û biryardariya ku di pêşengiya jinê de mezin dibe ye. Em ê bi vê bawerî û biryarê tevbigerin. Bi pêkanîna paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û rêveberiyên herêmî em ê tecrîda mutleq bişkînin.
 
 Em ê polîtîkayên şerê taybet derxin holê
 
Di konferansa me de careke din hate destnîşankirin ku qada herî mezin a têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bi taybet li ser jin û ciwanên Kurd, rêveberiyên herêmî ne. Bi vê berpirsyarî û hişmendiyê em ê di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên xurtir bimeşînin. Em ê bi hev re behsa rê û rêbazên vê bikin. Em ê bi meclisa xwe ya jin û ciwanan re bi hev re tevbigerin û gund bi gund, tax bi tax bigerin û çalakiyên hişyariyê li dar bixin. Em ê van polîtîkayên qirêj, bi taybetî yên li hemberî jinên ciwan li ku bin, derxin holê. Bi ji nû ve avakirina saziyên xwe yên ku dê di vî warî de xebatan bimeşînin, bi van saziyan, ekîbên gerok ku em ê ava bikin û meclîsên tax û gundên xwe, em ê ti tax û kolanekê li pey xwe nehêlin. Ji ber ku em vê pir baş dizanin! Rêbaza herî bi hêz a li dijî polîtîkayên şerê taybet berfirehkirina rêxistinbûn û hevgirtina jinan e.
 
Em ê paradîgmaya xwe ya pirzimanî li her derê pêk bînin
 
Em baş dizanin ku di têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên tifaqa mêr a faşîst a AKP-MHP’ê ku bi înkarkirina gelê Kurd hebûna xwe diparêze û nûnertiya xwe ya herêmî, bi qeyûman didomîne hêza pêşeng a têkoşîna jinê ye.  Em vê rastiyê dizanin ku rêveberiyên herêmî mekanîzmaya ku dê li dijî vê yekê têkoşîna herî xurt bimeşîne ne. Polîtîkayên me yên li ser pirzimaniyê ji şaredariyan bigire heta navên tax û gundan bûn hedefa qeyûman û girtina 33 saziyên me yên ziman, dibistanên kurdî, kreş û navendên jinan herî zêde bandor li jiyana jinan kir. Zimanê zikmakî maf e û em ê heta dawiyê dev ji parastina wî bernedin. Em ê paradîgmaya xwe ya li ser pirzimaniyê li ku bin bi cih bînin. Em ê alternatîfên xwe yên ku têkoşîna me ya li hemberî astengiyên li pêşiya zimanê kurdî berfireh bikin pêş bixin, em ê saziyên xwe yên şaredariyê ji nû ve vekin û heta dawiyê em ê saziyên xwe biparêzin.
 
Têkoşîna ekolojiyê yek ji bingehên paradîgmaya me ye!
 
Şerê ku li ser xweza, robar, gol, dar û daristanên me bi sîyaseta rantê û talanê tê meşandin, cîhê nefesê ji me re nehiştiye. Ji Cûdî heta Akbelenê daristanên me wêran dibin û ji me re cihekî jiyanê nayê hiştin. Şewata daristanan bi taybetî li Kurdistanê û hiştina bajarên dîrokî di bin avê de jî êrîşên bi armanca tunekirina dîrok û çanda gelan e. Polîtîkaya betonkirinê ya ku ji aliyê qeyûman ve tê meşandin îro tevna bajarên me berovajî kiriye.
 
Li hemberî van êrîşên li ser xweza û qadên jiyanê em ê bajarên xwe yên dostên jinan ji nû ve ava bikin. Em ê kêliyekê jî dev ji parastina dar û daristanên xwe bernedin. Em ê qadên xwe yên jiyanê li gorî paradîgmaya xwe ya ekolojîk ji nû ve ava bikin.
 
Em bi hêvî, bi biryar û dilsoz in!
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re li her cihê ku em bi rêxistin bûn em bi jinan re hatin cem hev. Me konferans, komxebatên herêmî pêk anîn û bi jinan re hevdîtin kir. Me di konferansa xwe de li gorî pirsgirêk, dîtin û pêşniyarên ku di hevdîtinên xwe de bi jinan re nîqaş kirin, biryarên girîng girtin. Me baweriya xwe nû kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî zîhniyeta serdest a mêr ku li qadên rêveberiyên herêmî belav bûye, weke hemû qadên partiya me, bi berfirehkirina rêxistinbûna jinê ye. Em careke din bi moral û motîvasyona ku me ji konferansa xwe girtiye tekez dikin. Em hêza xwe ji pabendbûna bi paradîgmaya xwe digirin. Em ê hem civaka demokratîk hem jî xwe bi feraseta rêveberiya herêmî ya ku di nava avahiyên şaredariyan de hilnayê ji nû ve ava bikin. Bi vegera li cewhera xwe em ê paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê pêk bînin. Paradîgmaya me heye, hêz, bawerî û îradeya me heye ku em vê pêk bînin, her tiştê ku ji jin û civakê hatiye girtin em ê paşde bigrin. Em ê jiyana azad ava bikin.
 
Jin Jiyan Azadî!”