Dewlet li ser jiyana mirovan kişikê dilîzin

  • 09:04 12 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Nivîskar Ayşe Berktay şerê Israîl Hamasê nirxand û got ev encam zîhniyeta mêr e û got: “Dewlet li ser jiyana mirovan kişikê dilîzin. Canê mirovan mijara gotinê ye. Divê hem li herêmê hem li cîhanê ji bo pêşîgirtina vî 3’emîn şerê cîhanê bikevin tevgerê.”
 
Hamasê di 7’ê cotmehê de êrişê Israîlê kir û piştî vê Israîlê li dijî gelê Fîlîstînên şer da destpêkirin. Di şer de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin. Piraniya kesên hatin qetilkirin jin û zarok bûn. Ev mehek zêde ye şer didome. Nivîskar Ayşe Berktay der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Ayşeyê da zanîn ku bûyerên şahidiya wan dikin rûyê rast yê dewletan nîşan dide û wiha got: “Dewlet ji aliyê mirovan ve hatine avakirin û pîrozî jî piştre hatiye dayîn. Nêrînek wisa bi mirovan hatiye qebûlkirin. Dewlet dê bav e, ax e, pîroze bi mirovan hatiye qebûlkirin. Dewlet çi bike raste, tê ferzkirin. Lê dewlet mekanîzmayeke serdestiyê ya civakan dike bin kontrola xwe ye. Her tişt di bin tekela dewletê ye. Hilweşîn jî di bin tekele dewletê de ye.”
 
‘Berjewendiya dewletê teşhîrkirina bedena jinê ferz dike’
 
Ayşeyê, destnîşan kir ku tundiyek mezin tê jiyîn û ev tişt anî ziman: “Dewlet her kesî ji bo berjewendiyên xwe îqnayê vê tundiyê dike. Berjewendiyên welatan dîlgirtina jinan, teşhîrkirina bedena tazî ya jinan ferz dike gelo? Bombekirina nexweşxaneyan, qetilkirina zarokan ferz dike gelo? Avêtina bombeya fosforê ferz dike? Dewlet li ser gelan komkujiyan pêk tînin. Komên muktedir yên teng ji ser van komkujiyan peyamên didin. Dibêjin ‘ez dikarim her tiştî bikim’. Komkujî bi armanca çavtirsandina mirovan tê kirin.”
 
‘Li dijî qirkirinan bêdengî heye’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku beriya komkujiyê bang hat kirin ku bi armanca boykotkirina Israîlê kes neçe konsere û got: “Fîlîstînî dibe li dijî vê bin. Tişta ku Hamasê kir cuda bû. Kê pê da kirin, tiştekî hovane bû. Şer ne tiştekî hijyenîke lê êrişkirina konsere tê wateya ‘ez dikarim her tiştî bikim’ bû. Zilma Israîl li Fîlîstînê dike, di mijara mafê mirovan de rewşeke nûye.  Dewlet dibêjin tiştek wisa hatiye kirin û êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê rewa dikin. Hewl didin Gazzeyê vala bikin. Dewlet li dijî qirkirinan bêdengin.”
 
Şerê bi destê mêran tê meşandin
 
Ayşeyê di axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo birîndaran bîne xwest nexweşxaneyek keştiyê bişîne lê Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FKC) li dijî vê rabû û bangek kir. Ayşeyê wiha dirêjî daye: “Israîl dixwaze birîndaran terkî vir bike. Dema birîndar bên nexweşxaneyên keşiyê vegera wan tuneye êdî. Yanî armanca wan eve ku nexweşaneyan bombe bikin hovîtiyê biafirînin, mirovan bikujin û van deran bê mirov bihêlin.  FKC’ê di dib ana xwe de got divê birîndaran nebin û ji bo Gazzeyê riya dermankirinan bê pêşxistin.”
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Lubnan û Yemen jî dixwazin tevli şer bibin lê ev kêrî piyasa alavên alîkariya mirovahî û çekan tê û wiha dirêjî daye: “Krîz jî wisa tê çareserkirin. NY jî bê bandor tê hiştin. Dewlet li ser jiyana mirovan kişikê dilîzin. Canê mirovan mijara gotinê ye. Divê hem li herêmê hem li cîhanê ji bo pêşîgirtina vî 3’emîn şerê cîhanê bikevin tevgerê.”