ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 12 Mijdar 2023
  • Rojev
 
* Rûniştina doza Hevseroka DFG’ê û edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglu wê di 7’ê Kanûnê de bê dîtin. Hempîşeyên wê beriya rûniştinê bang kirin û diyar kirin ku wê di 7’ê Kanûnê de ligel Dîcleyê bin. BI DÎMEN
 
*Nivîskar Ayşe Berktay şerê Israîl Hamasê nirxand û got ev encam zîhniyeta mêr e û got: “Dewlet li ser jiyana mirovan kişikê dilîzin. Canê mirovan mijara gotinê ye. Divê hem li herêmê hem li cîhanê ji bo pêşîgirtina vî 3’emîn şerê cîhanê bikevin tevgerê.” BI DÎMEN 
 
*Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû girtîgehan belav bûye û bi rapora sê mehan ya aşkera kirine ev carek din derxistine holê û got: “Divê tecrîd bê çareserkirin, rakirin. Em ê tecrîda li hemû girtîgehan tê meşandin carek din bînin rojevê.” BI DÎMEN 
 
*Bi zarokan re nexweşiyên alerjik her diçin zêde dibin. Ligel ku genetîke, di zikê dayik an jî piştî welidînê ji ber şertên derdorê bi zarokan re dertê holê. Pispor diyar dikin ku şopandin û dermankirin gelek girîng e.