Divê jin ji bo aştiyê têbikoşin

  • 09:13 11 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku encama nelihevkirinên di navbera mêran de şer tên meşandin û diyar kirin ku ji bo aştiya li Rojava û Rojhilata Navîn divê jin bi hev re têbikoşin.
 
Hamasê di 7’ê cotmehê de li dijî Israîlê operasona ‘aksa tufani’ da destpêkirin û piştî vê Israîlê şerîda Gazeyê hedef girt. Ji wê demê heta niha di şerê hatiye destpêkirin de bi hezaran jin û zarok û sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Jinan diyar kirin ku ji bo avakirina aştiyê divê têkoşîna yekbûyî hebe.
 
Xebatkara Kovara Jineolojiyê Ayten Acer da zanîn ku her tim polîtîkayên şer tên ferzkirin û hewl didin mirovan fêrî vê bikin. Aytenê wiha anî ziman: “Bi vî awayî teslimiyetê ava dikin. Di vê nokteyê de hişê berxwedana jinê heye. Em vê hêza ji neolîtîkê tê dibînin. Em jin berxwedana xwe mezin dikin. Dewletên serdest hewl didin dîrokîbûna Rojhilata Navîn parçe bikin. Ev zîhniyet hewl dide jinan qels bike. Êrîşên xwe jî ji ser tecawizê pêş dixînin. Dixwazin bi vî awayî teslimiyete pêk bînin. Divê li ber vê hemû jin li dijî vî şerê qirkirinê derkevin û îradeya xwe bi awayekî xurt nîşan bidin.”
 
‘Îsraîlê li ber çavê cîhanê êrîş kir’
 
Aktîvîsta femînîst Tugçe Kizildemîr daxuyand ku Îsraîl bi salan e Fîlîstînê dagir dike û li dijî li Fîlîstînê rêxistinên sosyalîst hene lê bi awayekî bi guman Hamas li vir xurt bûye û got: “Ji ber êrîşên Hamasê Îsraîlê xwest êrîşên xwe rewa bike. Îsraîlê li ber çavê hemû cîhanê nexweşxane bombebaran kir û zarok qetil kirin. Jinên Fîlîstînê ji cihê xwe bûn. Tacîz, destdirêjî mirin ji jinan rewa hat dîtin. Li Kurdistan û Tirkyeyê jinan daxuyanî dan û gotin ew li alî xeta têkoşîna ya gelê Fîlîstînê ne. Divê em ji bo jinên Fîlîstînê bibin deng.”
 
‘Em li cem gelê Fîlîstîn û Rojava ne’
 
Ji Tevgera Jinan a Sosyalîst Melîsa Caymaz jî destnîşan kir ku ew li cem gelê Fîlîstînê ne û wiha bi lêv kir: “Ji roja ewil a şer de jin tên tacîzkirin, bedena wan tê teşhîrkirin û destdirêjî li wan tên kirin. Mixabin di vî şerî de heman polîtîka hat meşandin. Em ligel jinên Fîlîstînê û Rojava ne.”
 
'Em li dijî qirkirinê daketin kolanan'
 
Ji Piştevaniya Mor Buşra Yeşîlbaş jî ev nirxandin kir: “Em li dijî qirkirinê daketin kolanan. Îsraîlê êrîşa Hamasê kir hincet. Îsraîl ji hêzên cîhanê hêzê digire. Li Rojhilata Navîn şer heye. Şer bandor li kesên ku tezkereyan derdixe nake, li xizanan û jinan dike. Mêran tezkere erê kirin. Divê em jin li dijî şer têkoşîna xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin.”