Parêzera Gultan Kişanak: Daraz sûc dike

  • 09:10 11 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
 
AMED - Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak tevî pêvajoya girtina 7 salan tije kir nehat berdan. Parêzera wê Muzeyyen Nergîz diyar kir ku daraz li gorî xala destura bingehîn tevnagere û got ev binpêkirina maf e û 22’yemîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê sûc dike.
 
Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi hinceta tevli çalakiyên 6-8’ê cotmehê ya 2014’an bûye di 30’ê cotmeha 2016’an de hat girtin. Tevî pêvajoya girtina 7 salan a azamî tije kiriye jî neyê berdan.  Yek ji parêzerên Gultane Muzeyyen Nergîz der barê mijarê de axivî.
 
Ji bo serlêdana hatiye kirin bersiv tuneye
 
Muzeyyenê daxuyakirin ku pêvajoya makul a girtina Gultanê tije bûye û got: “Ji serî de me got girtina Gultanê dijhiqûqiye. Me ji serî de got divê Gultan neyê girtin. Gultan hîna girtiye. Ev girtin dijhiqûqiye. Pêvajoya girtina azamî tije bûye. Divê demildest bê berdan. Di 25’ê cotmehê de me serlêdan kir lê tevî 12 roj derbas bû hîna bersivek nehatiye dayîn.”
 
‘Em ê serî li DMME’ê bidin’
 
Muzeyyenê daxuyakirin ji ber bersivek ji bo serlêdanan nehatiye dayîn carek din serlêdan kirine û ev serlêdan jî di 6’ê Mijdarê de kirine û wiha got: “Me got divê girtina Gultanê ji nûve bê nirxandin. Lê ne dadgeha destura bingehîn ne jî 22’emîn dadgeha ceza giran a Enqereyê biryarek der barê vê d enedaye. Em encamekê negirin em ê serî li DMME’ê bidin.  Tirkiye li gorî qanûn û dadgehên bilind tevnagere. Berdewamkirina girtina Gultanê dij hiqûqiye. Aliyê vê yê qanûnî tuneye.  Serlêdanên me wê bidomin.”
 
‘Ji bo rayagiştî bang’
 
Muzeyyenê destnîşan kir ku girtina Gultanê êrişek li dijî mafê jinane û wiha dawî lê anî: “Wek jinekê wek hevserokekê wek şaredarekê hat girtin. Ji ber vê têkoşîna ji bo Gultanê ji bo mafê jinane. Em bang li rayagiştî dikin ku bê deng nemînin û her kes di alî xwe de zextan ava bike û ji bo berdana wê têbikoşe.”