Şandina qertan jî sûc e!

  • 09:08 11 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Hevesroka HDP’a Bakirkoyê Gonca Yangoz di 2’yê cotmehê de bi 20 kesî re hat binçavkirin û 4 roj şûnde hat berdan. Goncayê da zanîn ku ji ber qertên şandine ji girtiyên jin re, ji ber tevli daxuyaniyên der barê tecrîdê û xwendina belavokên ji bo çekên kîmyewî bûne hatine sûcdarkirin. Goncayê  got: “Ez di partiyê de dixebitim. Ev ji bo min ne sûc in.  Ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
 
Di 2’yê cotmehê de, d nav de hevserokên HDP, rêveberên HDP, aktîvîstên TJA'yê,  Dayikên Aştiyê jî heye 20 kes hatin binçavkirin. 14 kes piştî îfadeyan hatin berdan û 4 kes hatin girtin.  
 
Hevseroka HDP’a Bakirkoyê Gonca Yangoz der barê mijarê de axivî. Goncayê diyar kir ku di saetên sibehê de bi ser mala wan de hatiye girtin û got: “Li taxa em lê dijîn her kes xebatkarên HDP’ê ne. Her kes hev nas dike. Armanca wan a bi van êrîşan ev e ku civakê îzole bikin. Li Bakirkoyê li hember jinan dijminahiyek cidî heye. Bi ser mala 5 hevalên jin de girtin. Du hevalên me li derve bûn ji ber vê xwe negihînadibûn wan. Ev êrîş bi armanca çavtirsandinê tên kirin.”
 
‘Bi me serî nedan tewandin'
 
Goncayê bi lêv kir ku 6 jin di bin çavan de bûn û neanîne gel hev û got: “Me bi deng ba hev dikir. Nehiştin em bên gel hev. Bi van pêkanînan xwestin serî bi me bidin tewandin. Lê me serî netawand. Bi awayekî kêfî nêz dibûn. Ji ber em tevli daxuyaniyê tecrîdê bûne, me der barê bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî û çalaki pêk anîn em hatin sûcdarkirin. Ez di partiyê de dixebitim. Ev ji bo min ne sûc in.  Ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
 
Şandina qertan sûc e!
 
Goncayê wiha berdewam kir: “Her wiha sûcdariyeke din jî şandina qertan a ji bo girtiyan bû. Me di 25’ê Mijdar û 8’ê Adaran de qert nivîsin. Me gîhand hevalên xwe. Ev jî sûc hatiye hesibandin. Piştevaniya bi hevalan jî sûc hatiye nirxandin. Tevlibûna çalakiyên der barê tecrîdê de jî sûc hatine hesibandin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”