ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 11 Mijdar 2023
  • Rojev
 
*Amed ku yek ji bajarên di alî veguhestinê de pirsgirêkan dijî, gel ji ber neçareseriya pirsgirêka veguhestinê bi bertek e. DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak tevî pêvajoya girtina 7 salan tije kir nehat berdan. Parêzera wê Muzeyyen Nergîz diyar kir ku daraz li gorî xala destura bingehîn tevnagere û got ev binpêkirina maf e û 22’yemîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê sûc dike. BI DÎMEN 
 
*Hevesroka HDP’a Bakirkoyê Gonca Yangoz di 2’yê cotmehê de bi 20 kesî re hat binçavkirin û 4 roj şûnde hat berdan. Goncayê da zanîn ku ji ber qertên şandine ji girtiyên jin re, ji ber tevli daxuyaniyên der barê tecrîdê û xwendina belavokên ji bo çekên kîmyewî bûne hatine sûcdarkirin. Goncayê  got: “Ez di partiyê de dixebitim. Ev ji bo min ne sûc in.  Ez ê têkoşîna xwe bidomînim.” DÎMEN HEYE
 
*Hejmara 29’emîn a Jîneolojiyê bi dosya ‘Bakur’ derket. Edîtora kovara jîneolojiyê Rojda Yildiz diyar kir ku kovara jîneolojiyê ji bo hemû jinên li Bakur têdikoşin diyarî ye.” BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku encama nelihevkirinên di navbera mêran de şer tên meşandin û diyar kirin ku ji bo aştiya li Rojava û Rojhilata Navîn divê jin bi hev re têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Several Ballikaya diyar kir ku dadgeriyê ku der barê endamên DDB’ê de serlêdana sûc kiriye û wiha nirxandin kir. “Ev li dijî destura bingehîn e û sûc e. DDB kêm be jî di serlêdanên şexsî de biryarên erênî  dide. Lê biryara hatiye dayîn vê ji holê radike. Ji ber vê divê endamên DDB’ê li dijî zextan têbikoşin.”
 
*Jinan ji bo "Meşa azadiyê" ya di 18’ê Mijdarê de ji bo bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê wê pêk bê axivîn û balkişandin ser polîtîkayên tecrîdê. Jinan diyar kirin ku çarserî Îmraliye. BI DÎMEN