Li Agirî civîna gel: Ji bo şikandina tecrîdê em ê li qadan bin

  • 19:35 10 Mijdar 2023
  • Rojane
AGİRÎ - Di civîna gel a li Agiriyê de banga tevlîbûna li "Meşa Azadiyê" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin hat kirin û hat destnîşankirin ku ji bo şikandina tecrîdê 18'ê Mijdarê ew ê li qadan bin.
 
Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Agiriyê bi gel re civiyan. Li eywanek dawetê civîna ku hat lidarxistin de pankarta "Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve" hat daliqandin. Rêvebirên HEDEP, Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, DBP û gelek kes tevlî bû. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
 
'Ocalan tê wateya azadiyê'
 
Ewilî Hevseroka MEBYA-DER'ê Hanim Kaya axivî. Hanım, bal kişand li ser tecrîda girankirî û got tecrît îro li tevahiya jiyanê belav bûye. Hanım, wiha domand: "Em vê tecrîdê di her aliyê jiyanê de dibînin û em dibînin ku bandorê li her dêrê dike. Divê em nirxên xwe biparêzin, divê em Ocalan û cenazeyên şehîdan biparêzin. Dewleta Tirk hê jî li çiyayên azadiyê çekên kîmyewî bikar tîne û li wir sûcê şerê qirêj tê kirin. Heta ku em xwedî li nirxên xwe dernekevin, em ê di têkoşînê de kêmasî bin. Di 18’ê Mijdarê de xwedî derketin û têkoşîn bi meşa Gemlîkê bidin destpêkirin. Ger ku îro Serok azad neve ne jin û ne jî civak azad dibe. Divê hemû kes xwedî meşa azadiyê derbikeve.”
 
‘18’ê Mijdarê de em ê slav bişînin’
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê yê Wanê Çetîn Uyar jî Dayîkên Aştiyê silav kir û wiha pê de çû: “Îro li her deverê Kurdistanê têkoşîn didome. Serhildan îro li her deverê jiyanê ye. Gelê kurd divê li ser têkoşîna rêya vê têkoşînê dane destpêkirin bin û têkoşîn divê bê bilindkirin. Birêz Ocalan bi salane di bin tecrîdê de tê girtin. Bi tenê daxwaza me ew e ku hevdÎtin bên kirin. Em ê di 18’ê Mijdarê de meşa ku li dar bixin ve azadiya fîzîkî ya Serok bixwazin. Heta ku azadî nebe, serhildan jî çênabe. Em li qadan slavên xwe ji birêz Ocalan re bişînin.”
 
‘Em ê azadiyê pêk bînin’
 
Dayîka Aştiyê Gulcemal Ozden jî wiha got: “Bi hêzek bi xûrt a vîn û têkoşînê ve em Serokatî azad bikin.  Em azadiya zarokên me yên li çiyan û girtiyan pêk bÎnin. Em vê yekê dema ku destên xwe bidin hevdû dikarin pêk bÎbin.” Piştre Hevserokê HDP’ê yê Agiriyê Cemal Akar axivî. 
 
Bername bi çepikan bi dawî bû.