Ciwanê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin

  • 19:02 10 Mijdar 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Qilebanê cenazeyê ciwanê bi navê Hakan Encu yê 5 roj bûn winda bû hat dîtin. 
 
Li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê 5 roj bûn ciwanê bi navê Hakan Encu (28) winda bû. Piştî lêgerîna li derdora gund îro cenazeyê Hakan Encu hat dîtin. Hat îdiakirin ku Hakan Encu xwe kuştiye.
 
Piştî karên otopsiyê cenazeye Hakan li goristana gund hat veşartin.