Jinên êzidî: Em ê parastina welatê xwe bikin

  • 16:11 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata "Jin û parastin" a bi pêşengiya TAJÊ li navenda Şengalê hat lidarxistin bi dawî bû. Di komxebatê de jinan bal kişand ser berxwedana jinên êzidî û gotin: "Divê em bi hev re parastina xwe û welatê xwe bikin."
 
Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi hemahengiya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li ser mijara "Jin û parastin" komxebatek bi dirûşma  "Bi Jin Jiyan Azadî me li berxwe da Şengalê rizgar kir, bi têkoşîna xwe diparêzin" lidarxist. Komxebat bi beşdariya 150 jinan pêk hat.  
 
Li hola komxebatê wêneyên Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên wekî ‘Li beramberî zordariyê dem dema xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye’ û ‘Bi pêşengiya jina azad, xweserî mîsoger dibe’ û ‘Jin Jiyan Azadî, berbi şoreşa jinê ve’ hatin daliqandin. Her wiha wêneyên gelek pakrewanên jin jî hatin daliqandin. Komxebata "Jin û parastin" bi dawî bû. 
 
Her wiha komxebat piştî nîvro bi sê semîneran berdewam kir. 
 
‘Êşa me divê veguhere hêz û zanabûnê’
 
Di semînera yekemîn de fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî axivî. Hêza Şengalî diyar kir, di fermanê de di şexsê jinên êzidî de hewl dan îradeya jinên êzidî tune bikin û wiha axivî: ‘Di şexsê jinên êzidî de tunekirina îradeya jinê hedef girtin. Civakekî bêparastin wê ji her tiştê xeberbe. Civaka me bi banga Rêber Apo ji tarîtiyê rizgarbû. Şehîd Gulçîn ku ji Rojhilatbû û dayîka du zarokan bû xwe ji bo me feda kir. Hevala Arîn, Bêrîvan, Rosyar û Nûjiyan gelek hevalên din pêşengî ji jinên Êzidî re kirin û xwe ji bo me fedakirin. Êşa 2014’an bi me dan kişandin, divê veguhere hêz û zanabûnê. Divê em xwedî li xewn û xeyalên şehîdan derkevin. Em soza xwe ya tolhildan û rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de mane nû dikin. Têkoşîna YJŞ’ê ne tenê li dijî DAIŞ’ê li dijî hevkarê wê PDK’ê û dewleta Tirke jî. Ji 2014’an ve êrîş li ser êrîşê li dijî me çêdibin. Hinek derdikevin, ji me re dibêjin, hun ne rewane! Erê em pirs dikin, yên 2014’an ji Şengalê reviyan, hêzên rewane?’
 
Hêza Şengalî di dewama axaftina xwede îşaret bi van xalan kir: "Rêber Apo jî dibêje, ‘Parastin ji nan û av girîngtir e. Em ê hêza xwe mezin bikin û bersiva hemû êrişan bidin. Em dizanin me çek ji bo çi hilgirtiye. Helbet çek bê fikir nabe. Eger fikir nebe, wê careke din di dema pêwîst de pişta xwe bidin civakê. Kî êrişê baweriya me bike, em ê bersivê bidin û xwe bi parastin û rêxistinkirinê mezin bikin. Ji bo em ji jinên dîl re bibin bawerî me xwe rêxistin kir. Em ê planên qirêj yên li ser Şengalê vala derbixin. Ez rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo û hemû şehîdan, jinan û hemû gelê me pîroz dikim."
 
‘Tenê YJŞ me diparêze’
 
Piştî Hêza Şengalî bi navê jinên ereb yên Şengalê Fatîme Mistefa jî semînerek bi zimanê erebî da. Fatîme Mistefa diyar kir, tenê YJŞ’ê wan diparêze û got: "YJŞ’ê parastina vir dike. PDK dixwaze civaka êzidî bixapîne. Li beramber vêya divê jinên êzidî û ereb hev bigirin. Divê em bi hev re parastina xwe û welatê xwe bikin. Ev ne tenê karê zilame, kare jine jî. Jin dikare roleke mezin bilîze. YJŞ hêza me ya parastinê ye û wê ti kes nekare têk bibe."
 
'Em ê bi hev re pêşî li fermanan bigirin'
 
Piştî wê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî jî semînerek da. Ferîde Şengalî wiha axivî: "Ne yên xiyanet kirin ne jî yên ronahiyê anîn, wê neyên ji bîr kirin. Ji b parastina xwe nabe, em pişt bi Iraqê germ bikin. Asayîşa me û YJŞ’ê heye, lê divê gelê me tev parastina xwe bike û em bi hev re pêşî li fermanan bigirin. Yên li Şengalê man û li berxwedan, dikarin li ser navê êzidiyan biaxivin. Divê em êzidî doza xwe biparêzin. Em nehêlin kes xwe li ser xwîna şehîdan bide jiyankirin."
 
Piştî semînerê TAJÊ ji ber parastina jinên êzidî wêneyê  Abdullah Ocalan diyarî YJŞ’ê kir. Dayikên Şengalê diyariya TAJÊ dan fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî.
 
'Wek berê nikarin li hember me planan bikin'
 
Piştî diyariyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo axaftina girtinê kir. Cîhan Celo destpêkê balêkêşa ser peyamên di komxebatê de derketin pêş û got: "Peyama ji vir derket, têkoşîn, xweparastin û li dijî dijmin rabûnbû. Hêza me jinan heye û îradeya me heye. Êdî wê nekarin weke berê li ser me planan bimeşînin. Hem hêza me ya civakî hem jî ya parastinê heye. Ne tenê li dijî êrişên dijmin, divê em xwe ji êrişên mêran jî biparêzin û têkoşîna li dijî wê jî bikin. Di dîrokê de timî jinên êzidî li ber xwedane. Niha em û jinên ereb bi hev re li vir li ser fikra netewa demokratîk kom bûne. Berê me kiribûn dijminê hev, lê me bi netewa demokratîk van planan vala derxist. Em ê li dijî tecrîd, zordarî û planan bi hev re bisekinin. Em deyndarên Rêber Apo ne. Em ê xweseriya xwe bi berxwedan û têkoşînê mîsoger bikin. Eger em xweseriya xwe mîsoger nekin, wê timî plan li ser me birêve bibin. Em niha ji saya fikrên Rêber Apo li vir kombûne. Ji ber vêya di serî de rizgarkirina Şengalê û vê komxebatê li Rêber Apo, li şehîdan, li hemû gelê me û jinan pîroz dikin."
 
Piştî axaftinan dirûşmên, "Jin jiyan Azadî" û "Bijî Rêber Apo" hatin berzkirin û govend hat gerandin.