Li Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan kon hat vedan

  • 15:59 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya konvedanê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, li bajarê Hesekê dest pê kir.
 
Çalakî ji aliyê Însiyatîfa Gel a Azadiya Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve di bin çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de û bi heman dirûşmeyê tê lidarxistin.
 
Bi sedan pêkhateyên Hesekê, endamên saziyên sivîl, rêxistin û tevgerên jinan beşdarî çalakiyê bûne. Konê çalakiya navendî li nêzî Çarxerêya Sebax hatiye danîn. Dê çalakiyên konvedanê heta dawiya vê hefteyê bidomin. Piştî rêzgirtinê, endama Kongra Star a bajarê Hesekê Bêrîtan Xalid û endamê Însiyatîfa Gel Omer Şemlan daxuyanî xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kiriyarên dewleta Tirk li dijî Abdullah Ocalan, hemû hevpeymanên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê binpê dike. Bang li hêzên navneteweyî û aliyên têkildar ên cîhanê hat kirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku demokrasiyê û rizgarkirina gelên bindest armanc dike, bi dawî bikin.
 
Piştî daxuyaniyê bi navê tevger û rêxistinên jinan Rîma Mehmûd axivî û got: “Ji pêşiya konê berxwedan û têkoşînê em teqez dikin ku em ê çalakiyên xwe yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe berdewam bikin, em ji pêkanîna projeya xwe ya demokratîk gav paşde neavêjin.”
 
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso jî got: “Rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya hemû pirsigrêkên cîhanê ye. Ji lew re, divê hemû hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin doza ku Rêbertî ji bo rizgarkirina gelên bindest têkoşiyaye.”
 
Piştî axaftinan, nirxandinên Abdullah Ocalan ên derbarê têkoşîna berxwedan û rûmetê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî hatin guhdarîkirin.
 
Çalakiya îro heta saet 16:00`an bi tevlêbûna şandeyan dewam dike.