Li dijî berdana bersûcê destdirêjiyê meş hat lidarxistin

  • 14:09 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - TJA'yê, li dijî berdana çawişê pispor Eyup K. ê ku li Nisêbînê dest dirêjî çar zarokan kir daxuyanî da û meş li dar xist. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî berdana çawişê pispor Eyup K. ê ku li Nisêbînê dest dirêjî çar zarokan kir, li Stîlîliya Nisêbînê, daxuyanî da û meş li dar xist. Dayikên Şemiyê, Aktivîstên TJA'yê, Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, parlamentera HEDEP'ê Bêrîtan Guneş û gelek jinên ji bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Wê çeteyên tecawizkar hesab bidin" hat vekirin. 
 
Metna bi kurdî Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci xwend.
 
'Em soza mezinkirina serhildanê didin'
 
Şîndarê da zanîn li Nisêbînê çawişê pispor Eyup K. di navbera nîsan û tebaxê de dest dirêjî 4 zarokan kiriye û di rûniştina ewil a 31'ê Cotmehê de hatiye tehliyekirin. Şîndarê parastina parêzer kir bi bîr xist û got tevî vê bûyerê li Kurdistanê bi sedan bûyerên wiha diqewimin. Şîndarê da zanîn ev yek jî bi awayekî sîstematîk li dijî jin û zarokên kurdan tên kirin û got di 100'emîn salvegera Peymana Lozanê de li ser jinan polîtîkayên curbecur tên meşandin. Her wiha Şîndayê got wê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ew soza mezinkirina serhildanê didin.
 
Daxuyanî bi dirûşma  “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşma “Destê xwe ji ser zarokan bikişîne” meş li dar xistin.