Jinên Êzidî: Em ê xwe bi fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin

  • 13:58 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata ‘Jin û Parastin’ ya bi dirûşmeya, ‘Bi Jin Jiyan Azadî Me Li Berxweda, Şengal Rizgarkir Bi Tekoşîna Xwe em Diparêzin’ bi coşeke mezin dewam dike.
 
Di beşa duyemîn a komxebata ‘Jin û Parastin’ ya jinên Şengalê de peyamên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, YJŞ-YPJ, Jinên Ciwan hatin xwendin û peyama: “Em ê xwe li ser fikrên Rêber Apo rêxistin bikin, ji fermanan biparêzin. Ji ber hêzên dema fermanê de ne ji Şengalê bûn, jin û civaka Êzidî rûberûyê qirkirinê hatin. Ji saya Rêber Apo niha jinên Ereb û Êzidî bihevre dibin heman sêwanê de tên gel hev, xwe rêxistin dikin û diparêzin’ hate dayîn.”
 
Piştî perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi navê malbatên şehîdan dayê Neam Ilyas şehîdên rizgarkirina Şengalê da û wiha axivî: “Weke jinên Şengalê emê ji vir şûnve, piştî evqas fermanan, êdî zilmê qebûl li ser xwe qebûl nekin. Em ê xweseriya xwe bi dest bixin, me Şengalê bixwînê rizgar kir, em ê bi xwînê jî azad bikin.”
 
Piştî dayê Neam Ilyas hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî şehîdên rizgarkirina Şengalê silav kir û bibîranî. Riham Hesen diyar kir, ew ê weke jinên Şengalê xwe bi fikrên Rêber Ocalan rêxistin bikin û got: “Em yên bi rihê Apoyî xwedî li Şengalê derketin, silav dikin. Hîn jî metirsî li ser Şengalê heye, lê em ê xwe bi fikrên Rêber Apo bi rêxistin bikin û bimeşin. DAIŞ dijminekî eşkere ye, lê yê hevkariya wê kir herkes dizane PDK’ye û hîn jî li dijî Şengalê pîlanan çêdike. Em ê bi hêza YJŞ’ê û xweparastina ji fermanan, pîlanên dijmin têk bibin û xwe rêxistin bikin. Em vê komxebatê pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.”
 
‘Xweparastina ji fermanan erka me teva ne’
 
Peyama fermandariya YJŞ’ê jî ji aliyê şervana YJŞ’ê Nûda Şengalî ve hate xwendin. YJŞ’ê rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, hemû şehîdên pêngava rizgarkirinê û hemû kesên bûne xwedî ked pîroz kir û vê peyamê da: “Gerîlayên PKK û PAJK’ê bi destwerdaneke şoreşgerî pêşî li qirkirina Êzidiyan girtin. 12 hawariyên leheng xwegihandin warê derwêşan. Em hemû silav dikin. Lê divê em nebêjin, me rizgar kir, em rehetbin. Divê were zanîn av diraze, dijmin naraze. Hîn jî êrîş pêktên. Lewma divê em xwe li gorî vêya rêxistin bikin. Her gelek li gorî van metirsiyan tedbîrên xwe digirin. Xweparastina ji fermanan erka me teva ne. Ji her demê zêdetir berpirsyarî û erkên mezin dikeve ser milê me. Lewma weke hêzên parastina Şengalê em xwe ji her demê zêdetir amade dikin û bihêz dikin. Em amadene di her şert û mecî de gel û axa xwe biparêzin. Emê timî li ser xeta Rêber Apo û şehîdan bin.”
 
'Em ê bibin tirsek di dilê dijmin de'
 
Peyama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê ji aliyê Endama Komîteya Amadekar ya komxebatê Suham Şengalî ve hate xwendin û ev peyam hate dayîn: ‘Ji bo em bibin tirsek di nava dilê dijmin de divê em xwe ji fermanan biparêzin. Em weke jinên ciwan xwe diber parastina jinan de berpirsyar dibînin.’
 
'Bê nan û av dibe, bê parastin nabe'
 
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn jî peyamek bi dîmen şand komxebatê û xebatên jinên Êzidî yên xweparastina ji fermanan silav kir û vê peyamê da: ‘74 fermanên ku li ser civaka meya Êzidî hatî jiyan kirin jî di rastiya xwe de qirkirin, ji holê rakirina bawerî û çanda resen, ziman û dîroka herî kevnar ya koka Kurdîtiyê bu.
 
Bê guman Civaka Êzidî li hember tevahî fermanan serê xwe ne tewandiye li hember her cure êrîşê hertim çanda xwe zimanê xwe bawerî û rengê xwe parastiye. Em ê ji bîr nekin, enceq bi rihê parstina nirxên Şehîdên berxwedana Şengalê bi hêrsa her dayik û keçeke xwe ya di fermanê de êş kişandiye emê tola fermana 74’an hilînin. Weke Hêzên YPG û YPJ’ê em jî li ser vê axê tekoşîna parastina gelên li herêm didin meşandin û em weke fermana 3’yê Tebaxa 2024’an cardin amadene li dijî herêrişekê parstina Civaka Êzidî û Jinên Êzidî bikin. Em cardin dibêjin bê nan û av dibe lê bê parastin nabe. Em dubare dibêjin divê li dijî her cure êriş û dagirkeriyê jin berê xwe bidin parastinê em cardin tevahî Şehîdan bibîrtînin û we silav dikin.’
 
Wê di beşa duyemîn a komxebatê de semînerên bi kurmancî û Erebî werin dayîn û paşê derbasê nîqaşan bibin.