Li 14 bajaran anket: Ji sedî 86,7’ê welatiyan daxwaza perwerda bi kurdî kirin

  • 13:37 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
AMED -  Li gorî anketa ku li Amed, Mêrdîn, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsîm û Îdîrê hatî kirin, ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin ku zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin. 
 
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk ji bo hînkirina “Bikaranîna zimanê dayikê, daxwazên têkildarî zimanê dayikê û meylên welatiyan” di navbera 27’ê cotmehê û 3’ê Mijdarê de li Amed, Mêrdîn, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsîm û Îdîrê lêkolîna qadê kir. 
 
Di vê çarçoveyê de bi 2 hezar û 443 kesan re bi rêbaza hevdîtina rû bi rû naket hate kirin. Ji sedî 49,9’ê beşdaran zilam û ji sedî 50,1 jî jin bûn. Ji beşdaran ji sedî 85,2’yan gotin ku ew kurd in, ji sedî 9’an gotin tirk in, ji sedî 4,3’yan gotin ereb in, ji sedî 0,2’yan got ermen in û ji sedî 0,2’yan jî gotin ku ew suryan in. 
 
Axaftina bi zimanên din
 
Ji sedî 60,8’ê beşdaran gotin ku di nava malê de bi kurdî, ji sedî 26,2’yan gotin bi tirkî, ji sedî 9’an jî gotin kurdî û tirkî bi qasî hev, ji sedî 2,9’an gotin bi erebî, ji sedî 0,9’an gotin ku bi azerîkî, ji sedî 0,2’yan gotin bi suryanî, ji sedî 0,1’an jî gotin di nava malê de bi ermenîkî diaxivin. 
 
Dema pirsa temen û koma dahatê li ber çav tê girtin, herî zêde welatiyên bi ser temenê 54’ê bi kurdî diaxivin, piştre jî kesên temenê wan di navbera 18-32’yê de diaxivin. Her wiha piraniya kesên bi tirkî diaxivin jî kesên temenê wan di navbera 33-40’ê de ne. 
 
Li malê axaftina bi kurdî 
 
Hat tespîtkirin ku di nava kurdan de her ku dahata malbatê zêde dibe bikaranîna zimanê kurdî kêm dibe û axaftina bi tirkî zêde dibe. 
  
Ji sedî 70,9’ê beşdarên ku xwe weke “kurd” pênase kirin gotin ku di nava malê de bi kurdî diaxivin. Ji sedî 19,2’yan gotin ku bi tirkî diaxivin û ji sedî 9,8’an jî gotin ku kurdî û tirkî bi qasî hev tên axaftin. Ji sedî 20’ê kesên xwe weke “suryan” pênase kirin û ji sedî 3,2’ê xwe weke tirk pênase kirin û ji sedî 1,9’ê kesên xwe weke “ereb” pênase kirin gotin ku li malê bi kurdî diaxivin. 
 
Daxwaza perwerdeya bi kurdî 
 
Ji sedî 86,7’ê beşdaran gotin ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin. Ji sedî 4,2’yê beşdaran gotin ku ew perwerdeya bi zimanê dayikê naxwazin û ji sedî 9’ê beşdaran jî diyar kirin ku zarokên wan bi zimanê dayikê tên perwerdekirin. 
 
Dema daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û rewşa sosyo-ekonomîk a beşdaran didin ber hev jî; her ku dahata malbatan kêm dibe daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê zêde dibe. 
 
Axaftina bi tirkî
 
Ji sedî 62,9’ê beşdarên xwe weke “kurd” pênase dikin gotin ku talûkeya herî mezin a li ser zimanê kurdî ew e ku “malbat bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin”, ji sedî 14,6’an gotin kul “nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê”, ji sedî 9,5’an gotin ku “koçberiya ber bi bajaran ve” û ji sedî 8’an jî gotin ku “tunebûna statûya qanûnî” ye. 
 
Mîsogerkirina ziman
 
Ji beşdaran ji bo parastin û pêşvebirina zimanê dayikê 5 pêşniyar hatin pirsîn. Li gorî bersivên hatine dayîn; ji sedî 28,4’ê beşdaran pêşniyara “perwerde/hînkirina bi zimanê dayikê”, ji sedî 26,9’an “Divê statûya qanûnî/makeqanûnî hebe”, ji sedî 21,4an “divê weke zimanê fermî were qebûlkirin”, ji sedî 8,2’yan “divê malbat zimanê dayikê nîşanî zarokên xwe bidin” û ji sedî 4,3’yî beşdaran jî pêşniyara “divê zimanê dayikê di her qadên jiyanê de were mîsogerkirin” kirin.