Nahêlin girtiya siyasî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike

  • 11:46 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
WAN - Tê astengkirin ku Pakhshan Azizi ya girtiya siyasî û li Girtîgeha Evînê tê girtin, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. 
 
Aktivîst û siyasetmedar Pakhshan Azizi ya kurd û ji Mahabadê di 13'ê Tebaxê de ji aliyê ajanên teşkilata îstixbarata Tehranê ve hat girtin û şandin qawişa 209'an a girtîgeha Evînê. Tê astengkirin ku Pakhshan a ev 3 meh in di girtîgehê de ye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Pakhishan bi endamtiya PJAK'ê tê darizandin. 
 
Berê jî hatibû girtin
 
Aktivîst û siyasetmedar Pakhshan Azizi ji beşa xizmeta civakî ya Zanîngeha Tehranê mezûn bûye. Di 25'ê Mijdara 2008'an de jî Pakhshan li zanîngehê li dijî înfazên siyasî yên li Kurditanê tevlî çalakiya şermezarkirinê bûbû û hatibû girtin. Piştî 4 mehan bi kefaletê serbest hatibû berdan. Wê demê Pakhishan ji Îranê veqetiyabû û çûbû Başûrê Kurdistanê.