‘Hem hewcedariya xwezayê hem jî ya civakê bi aştiyê heye’

  • 09:07 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku yek ji 172 saziyên îmze avêt deklerasyona ‘Ji niha ve ber bi pêşerojê ve banga şênber a azadiyê’, Derya Akyol wiha got: “Em di pêvajoyeke ku krîza piralî tên jiyîn de derbas dibin. Ji bo paradîgma bibe qanûnî û Birêz Abdullah Ocalan azad bibe, çareseriya pirsgirêkan me jî îmze avêt deklerasyonê.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 25 sal in didome. Ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya fîzîkî di 28’ê Cotmehê de li Stenbolê di nav de siyasetmedar, akademisyen hunermend, nivîskar û rojnameger jî hebûn 78 kesî bi dirûşmeya ‘banga ji bo aştiyê’, di 29’ê Cotmehê de jî li Amedê 172 saziyî bi navê ‘Ji niha ve ber bi pêşerojê ve banga şênber a azadiyê’ helwesta xwe deklere kirin. Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku yek ji 172 saziyên îmze avêt deklerasyonê Derya Akyol e, der barê deklerasyon û armanca deklerasyonê de axivî.
 
‘Deklerasyon çareseriyê nîşan dide’
 
Deryayê da zanîn ku armanca cihgirtina wan a di dekleraysona ku 172 saziyî îmze avêtiye, çareseriya krîz û pirsgirêkên li Tirkiyeyê û Kurdistanê tên jiyînê ye û got: “Deklerasyon di nokteyeke ku çareseriya van pirsgirêkan nîşan dide ye. Tecrîdek giran li ser civakê heye. Şerekî milîtarîzmê li cîhanê heye. Tecrîd ne tenê mijara Kurdistanê ye. Li Tirkiyeyê jî pêşiya pêkanînên dijdemokratîk vedike. Abdullah Ocalan diyar kiribû ku wê sedsala 21’ê bibe dema şer. Li dijî vê hewcedariya gelan bi aştiyê heye.”
 
 
‘Li dijî netew dewletan konfederaslîzma demokratîk’
 
Deryayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di şerên tên jiyîn de herî zêde gel bi bandor dibin û li dijî vê ji bo çareseriyê gel ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanyayan pêk tînin. Deryayê wiha bi lêv kir: “Ev kampanya ji bo paradîgma ku Abdullah Ocalan danîne holê bikevin jiyanê tên kirin. Hewcedarî bi paradîgmayê tê dîtin. Li dijî modernîteya kapîtalîst, konfederalîzma demokratîk tê pêşkêşkirin. Li dîjî netew dewletê modernîteya demokratîk tê pêşkêşkirin. Em di serdemeke krîza piralî de derbas dibin. Ji bo paradîgma bikeve jiyanê û Birêz Abdullah Ocalan azad bibe, me jî îmze avêt vê deklerasyonê.”
 
‘Hewcedariya civakê bi aştiyê heye’
 
Deryayê bal kişand ser hewcedariya aştiyê û wiha dawî lê anî: “Bi salane bi vê paradîgmayê em têdikoşin. Heta ku tecrîda giran ranebe em ê têbikoşin. Hewcedariya xwezayê û civakê ji aştiyê heye. Ev mijar ne tenê mijara Kurdan e, hemû cîhanê eleqeder dike. Em ê ji bo jiyaneke ku em dikarin lê bijîn, têbikoşin.”