Li Rojava di çarçoveya 25’ê Mijdarê de panel

  • 19:08 9 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVEDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) paneleke li dar xist.
 
Panel li salona civînan a MSD'ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi navê "Jina sûriyeyî di navbera tundiya şer û penaberiyê de" hat lidarxistin. Bi dehan endamên partiyên siyasî, sivîl û rêxistinên jinan beşdar bûn. Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Zeyneb Qenber got: "Avakirina civakê bi hêza jinên afirîner ve girêdayî ye û ev jî di dîrokê de hatiye piştrastkirin."
Zeynebê anî ziman ku ya xwişkên Mîrabel kirin, ji bo hemû jinên cîhanê şoreşek li dijî zilm û neheqiyê tê dîtin û ′′Roja qetilkirina wan bû roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku jinên cîhanê weke roja bîranînê dibînin da ku mafên xwe bi dest bixin.′′
 
Piştre, endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Îman Elo mijara panelê ya li ser şêweyên tundiya derûnî û bedenî yên li ser bingeha zayendperestiyê vegot. Îman Elo bîlançoya tundiya li ser jinan ên li ser asta cîhanê vegot, her wiha rêbazên îdeolojîk ên rêgirtina li ber tundiyê destnîşan kir.
 
‘Dîmenên jinên hatin revandin di bîra me de ne’
 
Endama Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Xalîde Silêman got: "Di dema şer de exlaq tune dibin û tiştê ku li ser gelê Sûriyeyê wek revandin û hedefgirtinan derbas bûye yek ji sûcên şer ên herî mezin e."
 
Xalîde Silêman wiha domand: "Yek ji sûcên herî zêde ku li dijî jinan hatine pêkanîn ji aliyê dewleta Tirk a li Efrînê, dîmenên revandina jinên Kurd û veşartina wan di girtîgehên Tirkiyeyê de di bîra me de mane." 
 
Mamoste Kefa Xilo jî wiha axivî: "Pergalên desthilatdar piştî kontrolkirinê minhacên perwerdehiyê li ser bingeha biçûkxistina jinan danîn ku armanca wan çandina vî fikrî û belavkirina zayendperestiyê ye, ji ber wê jî pêwîstî bi avakirina nifşekî zana ku rêzê ji azadiya jinan re bigire heye."
 
Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sena Mihemed Elî destnîşan kir ku jinên Kurd xwe di qadên leşkerî, siyasî û aborî de îsbat kir û bi rêya destkeftiyên ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi dest xistine tola xwe ji her kesê yên wek çeteyên DAIŞ'ê ku dixwestin îradeya jinan têk bibin, hilda.
 
Di dawiya panelê de li dijî hişmendiya baviksalariyê û ji bo û xurtkirina hevkariya di navbera rêxistinên jinan de banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.