Danişîna doza Zeyyat û Hulya hate taloqkirin

  • 15:59 9 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
 
AMED - Danişîna doza Hevseroka Bajar a berê Hulya Alokmen û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan hate taloqkirin. 
 
Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka Bajar a berê Hulya Alokmen hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hulya û Zeyyat ku ji dosyayeke din girtî ye tev li danişînê nebûn lê parêzerê wan Şeyhmûs Bayhan amade bû. 
 
Li Enqereyê derheqê Zeyyat de doz hatibû vekirin û dadgehê biryar dabû ku dosyayê bînin dadgehê. Dozger û parêzer Şeyhmûs xwestin ku xwe li benda bicihanîna vê biryarê bigirin. 
 
Dadgehê jî daxwaza dozger û parêzer qebûl kir û danişîna dozê taloqî 22’yê Sibatê kir.