Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir

  • 14:13 9 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Koma HEDEP’ê ya Meclisê hişyar kir ku Dadgeha Bilind dikare rê li ber kaosê veke û ji bo xwedî li vîn û serdestiya hiqûqê derkeve ji Meclisê xwest ku bicive. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç ji ber biryara Dadgeha Bilind serî li Serokatiya Meclisê dan û xwestin ku Lijneya Giştî ya Meclisê di vê çarçoveyê de bicive.
  
Di serlêdanê de îşaret bi gilîkirina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate kirin û wiha hate gotin: “Ev yek bi biryara Lijneya Giştî ya AYM’ê pêkan e û dîsa rayeya darizandinê jî weke Dîwana Bilind ya AYM’ê ye. Ji ber vê yekê gilîkirina Dadgeha Bilind a AYM’ê divê weke bertekeke dijqanûnî bê penasekirin.”
 
Di serlêdanê de îşaret bi gotina AKP’iyan a “Di hiyerarşiya darazê de dadgeha herî bilind Dadgeha Bilind e” hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Di hiyerarşiya darazê de dadgeha herî bilind ne Dadgeha Bilind; AYM ye. Dadgeha Bilind bi girtina Can Atalaya destûra bingehîn binpêkiriye û bûye hevkar.” 
 
Di serlêdanê de bal hate kişandin ku ev rewş dikare rê li ber kaosê veke û wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê divê demildest hevdîtineke giştî bê vekirin, mijar were nirxandin û Meclis xwedî li vîna xwe û serdestiya hiqûqê derkeve.”