Rûniştina Dorşîn Gok hat taloqkirin

  • 14:10 9 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
 
ŞIRNEX – Aktivîsta TJA'yê Dorşîn Gok a ji ber cinayeta Tahir Guven a AKP'yî tê darizandin di rûniştina xwe de da zanîn dosyaya derbarê wê de senoryeyek e û hatiye avakirin. 
 
Li Cizîra Şirnexê di 12'ê Kanûna 2021'ê de birayê Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê Cihan Guven, Tahir Guven bi êrişa bi çekê jiyana xwe ji dest dabû. Bi doza derbarê cinayetê hat vekirin de aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  (Sumeyye) Gok, tê darizandin. Her wiha derbarê endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP'ê M. Miraç Dinç û 2 kesên din de jî ji ber heman îddiaya doz hatibû vekirin. 8'emîn rûniştina doza bi îddiaya "xirakirina yekîtiya dewletê" Dorşînê hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Dorşîna girtî tê darizandin, Parlamentera HEDEP'ê ya Şirnexê Newroz Uysal, rêxistina HEDEP'ê tevlî rûniştinê bûn. 
 
Rûniştinê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Şahid Umut Akbiyik bi SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû. Umit Akbiyik îfadeyên bi guman da. 
 
Dorşînê jî parastina xwe kir û got li vî welatî her kes dikare hema ji carekê bi îftirayê rû bi rû bimînin. Her wiha Dorşînê got:"Ji ber ez têkoşîna nasnameyê didim ez dibim 'terorist' ?"
 
Piştî Dorşînê Haşim Togurlu parastin kir û got ji ber tu delîlek şênber di dosyayê de tune ye loma jî tehliyeya muwekîla xwe dixwaze.
 
Emîne Kalkan a ku xwe parast got ew sûcdariyên li ser xwe qebûl nake û tehliyeya xwe xwest. 
 
Rûniştin taloqî 5'ê Çileya 2024'an hat kirin.