Danişîna 2'emin a rojnamegeran dest pê kir

  • 10:09 9 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna 2'emîn a 18 rojnamegerên 13 mehan girtî mabûn û piştre hatin berdan, dest pê kir. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê hezîranê de bi ser gelek malên rojnamegeran de girtin. 18 rojnameger, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Rojnameger 13 meh piştre di danişîna ewil de hatin berdan. Duyemîn danişîna dozê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. 
 
Rojnamegerên negirtî tên darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Rêveberên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), hiqûqnasên endamên Clonney Foundatıon for Justıce (Weqfa Clooney a ji bo Geórgia Canura û Carolina Saad) jî di danişînê de amade bûn.