Di siyasetê de dîrokek girîng: Hevserokatî

  • 09:03 9 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama têkoşîna ku jinan bi salan da de hevserokatî hat bidestxistin. Ev pergala ku jinan bi siyasetê da qezenckirin, ev 18 sale tevî ku hedef tê girtin jî  di siyaseta giştî de jî ya herêmî de jî tê meşandin.
 
Bi salane jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr-dewletê têdikoşin û destkeftiyên girîng bidestxistin. Yek ji van destkeftiyan pergala hevserokatiyê ye. Têkoşîna jinên kurd ev pergal bi siyasetê da qezenckirin û 18 sal di ser pergalê re derbas bûn.
 
Tevlibûna  jinên Kurd a siyasetê 
 
Tevgera Kurd bi awayekî fermî di 1990’î de gava siyasî bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) avêt. Lê jin di pêvajoya Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) de pêş ketin. Baskên jinan destkeftiyên mezin bi dest xistin. 
 
Ji bo hevserokatiyê kampanya îmzeyan
 
Di 2005’an de DEHAP’ê xwe  feshs kir û di bin sîwaneya Partiya Civakên Demokratîk (DTP) xwe berdewam kir. Di encama nîqaşan de ji sedî 40 kotaya zayendê hat danîn û biryar ahevserokatiyê û meclîsa jinê hat girtin. Ji bo jiyanîkirina hevserokatiyê kampanya îmzeyan hat destpêkirin û di demek kurt de 98 hezar îmze hatin komkirin û pêşkêşî meclîsê hatin kirin.
 
Bi DTP’ê ket jiyanê
 
Di siyasetê de pergala hevserokatiyê bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yekem car pêk hat. Hevserokên DTP’a di 2005’an de hat avakirin Aysel Tugluk û Ahmet Turk bûn. Pergala hevserokatiyê jî di encama têkoşîna jinan de di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de pêk hat.
 
Di 2013’an de bû qanûn
 
Pergala hevserokatiyê di ‘Pêvajoya çareseriyê’ ya di 2013’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de di çarçoveya ‘pakêta demokratîkbûnê de’ ya serokomar Erdogan deklere kir de bi awayekî fermî hat qebûlkirin. Di 2014’an de di hilbijartinên 30’yê Adarê de di BDP’ê de pergala fermuarê xist jiyanê û hevserokatî birin rêveberiyên herêmî. Beriya wê kota ji sedî 35 (newekheviya pozîtîf) û ji sedî 40 (pergala kotayê) pêk anî. Lê vê carê ji sedî 50 nûneriya wekhev xistin jiyanê. 
 
Li herêmê hevserokatî
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2004’an de di DTP’ê de 9 jin di yên 2009’an de jî 15 şaredarên jin hatin hilbijartin. Di 2014’an de BDP’ê bi pergala hevserokatiyê 97 şaredarî qezenç kirin. Di cotmeha 2014’an de Yekemîn dadgeha îdarî ya Amedê bi hinceta pergala hevserokatiyê ya Şaredariya Amedê bi dijhiqûqî da sekinandin. Dadgeha îdarî ya herêmî ya sêyemîn a Wanê jî der barê ‘rêziknameya xebata hevşaredaran’ de biryara rawestandinê da.
 
Peyama ‘hevserokatî xeta me ya mor e’
 
Ji 2016’an şûnde di çarçoveya OHAL'ê ya hat îlankirin de bi KHK’yan qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin û îradeya gel hat xespkirin. Şaredariya bajar a Amedê jî tê de li gelek cihî qeyûm hat tayînkirin û hincet jî pergala hevserokatiyê hat nîşandan. Li gorî rapora ku HDP’ê di 2019’an de weşand ji îlona 2016’an şûnde li sê bajarên mezin, 10 bajar, 63 navçe û 22 bajaran bi giştî ji bo 95 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclîsê hatin girtin. Jin û gelên li dijî vê daketin kolanan diyar kirin ku ‘hevserokatî xeta wan a mor e’.
 
Ji bo 48 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin
 
HDP’ê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de sê bajarên mezin 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin. Lê ji bo 6 hevşaredaran mazbata nehat dayîn û ji bo 48 şaredariyan jî qeyûm hat tayînkirin. Bi vî awayî jî îradeya 4 mîlyon û 356 hezar hilbijêrî tune hat hesibandin. Ji 31’ê Adara 2019’an heta niha 84 hevşaredarên HDP’yî di dîrokên cuda de hatin binçavkirin. 21 jê jin 39 hevşaredar hatin girtin. 19 hevşaredar ji endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê cezayên girtîgehê girtin.
 
Her diçe belav dibe
 
Pergala hevserokatiyê ya ku siyaseta Kurd jê re pêşengî kir ji bo partiyên siyasî yên din û rêxistinên civaka sivîl bû îlham. Her çiqas desthilatdarî vê pergalê wek xetere bibîne jî civakê ev pergal erê kir. Li Peyas a Amedê  di Tîmreha 2015’an de li taxa Mezopotamya  Sîteya Şehrî Amed a ji 7 blok û 195 avahiyan pêk dihat civîn pêk anîn û ji bo hevserokatiyê Fatoş Batgî û Selîm Fîdanci hevserok hatin hilbijartin.