Parlamenterên HEDEP'ê bi laçika spî û qurnefîlan êriş şermezar kirin

  • 15:28 8 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamenterên HEDEP'ê bi laçikên spî û qurnefîlan tevlî hevdîtinên butçeyê yên Wezareta Navxweyî bûn û êrişên li ser Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê şermezar kirin. 
 
Di Komisyona Butçe û Plana Meclîsê de hevdîtinên "Teklîfa Qanûna Butçeyê ya Rêveberiya Navendê ya Sala 2024'an" dewam dikin. Li vir çalakiya parlamenterên HEDEP'ê bal kişand. Parlamenterên HEDEP'ê bi laçikên spî û qurnefîlan tevlî hevdîtinên butçeyê yên Wezareta Navxweyî bûn û êrişên li ser Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê şermezar kirin. 
 
Parlamenterê HEDEP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku divê destûr ji bo çalakiyên demokratîk bên dayin û got ji bo em êrişan şermezar bikin me qurnefîlên wan anîn vir.