Navenda Jineolojiyê bi panelekê aboriya komînal nîqaş kir

  • 14:52 8 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Jineolojiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi panelekê aboriya komînal û parastina aborî nîqaş kir. Di panelê de biryarên girîng ji bo pêşxistiya aboriya komînal hatin girtin.
 
Navenda Jineolojiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê ji bo parastina aborî û xurtkirina aboriya komînal panelek li dar xist.
 
Panel li hola Axîn a naveçeya Fafîn a kantona Şehbayê, bi beşdarbûna endamên Kongra Star, nûnerên Rêberiya Xweser, endamên Desteya Aborî û Çandiniyê, TEV-DEM û endamên Navenda Jineolojiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê û bajarê Helebê hat lidarxistin.
 
Endama Navenda Jineolojiyê Hemîde Xidro, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şaxê kantona Efrîn û Şehbayê Gulê Cafer û Hevseroka Destya Aborî û Çandinîyê Rîhem Kenco panel bi rêve birin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê Navenda Jineolojiyê ya Efrîn, Şehba û Helebê Şîndan Efrîn  axivî û got: "Ji bo pêşxistina aboriya komînal pêwîstiya me bi kedeke mezin heye, da ku gel jî jiyana komînal jî hîs bike. Komînal hebûna xwe ji civaka xwezayî digire. Ji bo çareserkirina pirsgirkên heyî yên aborî em dikarin gelek projeyan bidin avakirin, lê li Şehba û li Helebê ji ber dorpêçê em zêdetir bi pirsgirêkan re dijîn. Ji bo derbaskirina van pirsgirkan em dikarin, bi jiyana komînal pirsgirêkan derbas bikin.”
 
Di panelê de Gulê Cafer diyar kir ku bi komînalbûnê wê aborî xurttir be û wiha dewam kir: "Armanc ji van projeyan hevgirtina çandî û civakî were xurtkirin, her wiha vîneke siyasî-aborî li gorî zihniyeta aboriya komînal bê afirandin, bi wê re hevsengiyek di nava xebat û berhemdanê de çêbibe. Ev yek dûrî kapatîlîzmê, keysbazî û bikaranînê ye."
 
Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin.
 
Panel bi van biryaran bi dawî bû:
 
*Vekirina kargeheke dirûnê.
 
*Bidawîkirina karkirina zarokan û perwerdekirina wan.
 
*Vekirina sûkeke gel ji bo jinan.
 
*Projeya pêjandina nanê tenûrê û nanê sêlê.
 
*Zêdekirina koperatîfan.