Berxwedana greva birçîbûnê ya 200 rojî dewam kir

  • 09:06 8 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 2018’an de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê. Greva 200 rojî dewam kir û veguherî rojiya mirinê, bi hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû.
 
Di 2018’an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Guven a li girtîgehaTîpa E ya Amedê dima, di 7’ê Mijdarê de di rûniştina sêyemîn a doza lê hatibû vekirin de ji ber kelepçe red kir, nebirin rûniştinê û Leyla ku bi SEGBÎS’ê tevli rûniştinê bû, diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê dike. Çalakiya Leylayê rojek piştî vê di 8’ê Mijdara 2018’an de dest pê kir.
 
‘Ez tecrîdê protesto dikim’
 
Leylayê dema tevli rûniştinê bû diyar kir ew ji perspektîfa siyasetê ya jinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bandor bûye û di siyasetê de cih girtiye û got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser hemû gelan pêk tê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi armanca protestokirina tecrîdê ez dikevim greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Heta ev dijhiqûqiyan bi dawî nebin ez ê bidomînim. Hewce bike vediguherim rojiya mirinê.”
 
Leylayê piştî biryara xwe di 8’ê Mijdarê de dest bi çalakiya xwe kir.
 
Rojiyên mirinê dest pê kirin
 
Di 16’ê Kanûna 2018’an de gelek girtiyên PKK û PAJK’ê tevli grevê bûn. Her çû tevlibûn zêde bû. Di meha adarê de gihişt 3 hezar û 500 girtî.  Her wiha parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç jî di 3’ê Adarê de li avahiya HDP’a Amedê ketin grevê.  30 girtî ji 30’yê Nîsanê û 10’ê Gulanê şûnde ketin rojiya mirinê.
 
‘Hewce bike dikevim rojiya mirinê’
 
Leyla Guven di pêvajoya greva birçîbûnê de der barê çalakiya xwe û tecrîdê de nirxandin kir û got tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser gel pêk tê û got hewce bike ew çalakiya xwe vediguhere rojiya mirinê.
 
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê nûnerên HDP’ê di 21’ê Mijdarê de ketin çalakiya grevê û piştgirî dan çalakiyê. Çalakiya xwe di 23’yê Mijdarê de veguhertin a bêdem û dorneveger. Endamê Meclîsa HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz jî di grevê de bû. Di çalakiyê de, di çav û guhên Nasir de windahî çêbû.
 
Dayikên laçikspî bûn sembol
 
Xizmên girtiyan û Dayikên Laçikspî bûn dengê girtiyan. Tevî hemû zextan jinan li berxwe da. Polîsan li Amed, Stenbol, Enqereyê tundî li dayikan kir. Malbatan bi meş û daxuyaniyan xwestin daxwaza girtiyên di grevê de bi bê cih.
 
8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
 
Di 1’ê Adarê de jî ev grev li hemû girtîgehan belav bû û bi hezaran girtiyan dest bi grevê kirin. Di 30’yê Nîsan û 10’ê Gulanê de jî çalakî gihaşt asta herî jor û Nesrîn Akgul, Şukran Aydîn, Zozan Çîçek, Ardil Çeşme, Aslî Dogan di nav de bi tevahî 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Her wiha di vê pêvajoydê de Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar û Ugur Şakar bi çalakiyan dawî li jiyana xwe anîn. Çalakî û berxwedan êdî li her deverê cîhanê deng veda, pêl bi pêl çalakî belav bû. Piştî 8 salan parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara yekem di 2’yê Gulanê de hevdîtin pek anîn. 
 
Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
 
Mehmet Ocalan ji ber ku çalakî gihiştibû astek krîtîk di 13’ê Çileyê 2019’an de çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Leyla û girtiyan diyar kirin ku ev hevdîtin wan tatmîn nake. Di 2’yê Gulanê de serlêdana parêzeran hat qebûlkirin û Abdullah Ocalan bi hevkariya parêzeran dekleraysona 7 xalî bi rayagiştî re parve kir. Abdullah Ocalan di nameya şand de diyar kir ku ew li hember berxwedana girtiyan rêzdar e û divê tenduristiya xwe neynin nokteya krîtîk.
 
Bi peyama hat re çalaki bi dawî bû
 
Parêzer di 22’yê Gulana 2019’an de dîsa çûn hevdîtinê û peyama Abdullah Ocalan parve kirin. Li ser peyamê di 26’ê Gulanê de girtiyan çalakiya xwe bi dawî kirin. Piştî grevê bi girtiyan re nexweşiyên kronik derketin holê.  
 
Di 18’ê Mijdarê de dimeşin Gemlîkê
 
Piştî grev bi dawî bûn hevdîtin ji nû ve hatin sekinandin û serlêdanên parêzeran hat astengkirin. 33 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û fikarên gel her diçin zêde dibin. Li dijî vê wê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve meşek pêk bê.