Abya Yala li dijî êrişan, piştgirî da gelê Kurd

  • 08:53 8 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Abya Yala diyar kirin ku li hemberî êrîşên dagirkeran ew bi gelê Kurd re ne û gotin, "Em bi heman biryardarî û daxwazê li dijî bêedaletiyê têdikoşin."
 
Nûnerên Abya Yala (Latîn Emerîka) ku tevlî Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li paytexta Fransa Parîsê bûn, bi daxuyaniyekê piştgirî dan gelê Kurd.
 
Nûnerên Abya Yala êrîşên leşkerî yên li ser Kurdistanê şermezar kirin û gotin, "Di vê demê de bombardûmana li ser bajarê Dêrikê yê Rojava, Şengal û kampa penaberan a Mexmûrê li gel me bû sedema hêrseke mezin. Ev êrîş tiştekî nû nîne. Rojava ji sala 2012'an û vir ve bûye şoreşeke mînak a civakî, femînîst û ekolojîk. Bi vî rengî tevkariyeke mezin li pêşketina jiyaneke pirrengî û demokratîk kir, nîşan da ku cîhaneke din dikare bê avakirin."
 
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
 
"Dibe ku ji gelek însanan re ev deverên em behs dikin pir dûr û xerîb tên, lê ji bo me ev der welat, erd û çiyayên ku mirov xwe lê rêxistinkirine û ji bo jiyanekê bi rûmet têdikoşin, xwe îfade dikin. Weke gelek tevgeran, ew jî bi awayekî koletîf di lêgerîna paşerojeke adîl ji bo gel û zarokên xwe de ne û li ser vê bingehê bi çeteyên faşîst û îslamîst ên DAÎŞ’ê, her wiha bi dewletên qirker li vê herêmê Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û Îsraîl rûbirû tên. 
 
Dengê me ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û tevgera wê re dibe yek
 
Her çiqasî di navbera me de bi hezaran kîlometre mesafe hebe jî, empatî û piştgiriya me sînor û rengên neteweyan derbas dike. Em heman hêrs û biryardariyê li beramberî neheqiyê û ji bo xweseriyê parve dikin. Li Abya Yala jî em rûbirûyî wan hêzan tên ku dixwazin bi darê zorê û zilmê me têk bibin. Lê têkoşîna me ji bo xweserî û rûmetê îro jî mîna beriya 500 salan bi hêz e. 
 
Cihêrengbûna me û dengê me ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û tevgera wê re dibe yek. Têkoşîna wan tê wateya parastina mafê xwerêvebirina azad û xweseriya xwecihî ye. Rojava ji bo me mînakekê bihêzbûna gel û berxwedana siyasî ye di çarçoveya şoreşekê rasteqîn de. 
 
Hebûn li ser esasê parastina axa mirov çêdibe
 
Wek gel, civakên xwecihî û kevnar, cotkar, gelên bi koka Efrîqî, jinên reş û palenkeras, jin û însanên queer, yên bindest û marjînalkirî, bajarî û şoreşger, em bê şert li kêleka gelê Kurd û têkoşîna wan li hemberî hêzên kapîtalîst, zilamsalar û pergala mêtingeriyê disekinin. Em di vê baweriyê de ne, hebûn li ser esasê parastina axa mirov çêdibe. Li ser van axan zordestiya zilamsalar ê rejîmên mêtinger, êrîşên pergala kapîtalîst ku rûmeta mirovan nasnake tê meşandin. Ji bo destxistina qezecekê zêde jiyan û xweza tê binpêkirin û axên me yên kevnar û tarzên jiyana me ya komînal tên tunekirin.
 
Ji bo girtiyên siyasî em azadiyê dixwazin
 
Em alîgirên aştiyekê bi rûmet in, aştiyekê ku teslîmbûn tê de nîne, aştiyeke ku nirx û rêgezên me yên jiyanê nas dike. Li ser vê riyê, em dengê xwe ji azadiya tevahî girtiyên siyasî bilind dikin, bi taybet ji bo Abdullah Ocalan, ji ber girtina wî tê wateya êrîşek li ser daxwaz û hêviyên rewa yên gelekî. Gelekî ku dixwaze li gorî çand û kevneşopiyên xwe dixwaze azad bijî.
 
Em îro bi hemû hêza xwe piştgirî didin gelê Kurd, têkoşîna Rojava û tevahiyên ku ji ber têkoşîna xwe ji bo parastina ax, welat û mafê xwe bin êrîşan de ne û yên ku di zindanan de ne. Dengê piştgiriya me wê çiya û behr derbas bike, da ku di nava bêdengiya hucreyên zindanan de deng vede."
 
Navê rêxistinên daxuyanî dane wiha ye:
 
Asamblea de los Pueblos Indígenas del Istmo en Defensa de la Tierra y el Territorio – APIIDTT (Oaxaca, México)
 
(RAJ) Retomada Aty Joven  (Brasil)
 
Proceso de Comunidades Negras, Afrocolombianas, Raizales y Palenqueras (Colombia)
 
Consejo Regional Indigena del Cauca – CRIC (Colombia)
 
Pueblo indígena Yukpa de la Serranía del Perijá (Colombia)
 
Territorio Lavkenche – Wallmapu (Chile)
 
Liberación (Chile)
 
FOB- Federação das Organizações Sindicalistas Revolucionárias do Brasil (Brasil)
 
Comunes (Colombia)
 
Poder Popular (Argentina)
 
Federación Nacional de Mujeres Campesinas, Artesanas, Indígenas, Nativas y Asalariadas del Perú (Perú)
 
Lêgerîn Abya Yala