Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin

  • 14:14 7 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ÇEWLIG - Li Çewligê di serdegirtinên malan de 18 kes hatin binçavkirin. 
 
Li navenda Çewligê û navçeyên wê Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên duh û îro hatin kirin de Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeya Bongilanê Ubeyîd Ozer jî di nav de herî kêm 18 kes hatin binçavkirin. 
 
Binçavkirî hemû li Midûriyeta Polîsan a Çewligê tên ragirtin. Hat zanîn ku biryara “veşarî” danîne ser dosyeyê û hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan re jî hatiye sînordarkirin. 
 
Navê hin welatiyên hatine binçavkirin wiha ne: Alaattîn Narînç, Abdurrahman Sav, Şefîka Dogan, Mehtap Ergî, Mazlum Serînyel, Îsmaîl Andan, Yunus Sonmez, Saadet Arslan, Rûken Yîgît, Tuba Demîr, Hasan Akyol, Ahmet Dumlu, Kiymat Bagli, Vesîle Sayak,  Tutem Çikaray.