RJAK: Li dijî êrişan yekitî divê

  • 14:09 7 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK, derbarê êrişa duh a li ser gundê Boskên daxuyaniyek da û wiha hat gotin: “Bêdengiya hemberî êrişan sedema bombebaranane.”
 
Duh di saetên nîvro de balafirek dewleta Tirk a bi çek û bê mirov navenda gundê Boskênî ya ser bi bajarokê Ranya ya ser bi Îdareya Raperîn, bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 kes birîndar bûn. Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî parvekir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Divê hemû welatî, taybet jin, partî û aliyên li Başûrê Kurdistanê dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin. Ji ber helwesta dijî dagirkeriyê erkek netewî û nîştimaniye. Bi salane Başûrê Kurdistanê dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker deye. Ev êriş û reftarên dijmin, tenê dibin sedema ziyanên canî û madî. Bi taybet di salên dawî de êrişên asmanî yên Tirkiyeyê, ji Zaxo bigre heya Şengalê, Koye, Pênciwên û Şarbajar dewam dikin. Herî dawî jî êrişa duh bû.
 
Sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker çavtirsandina xelkê û dûrxistina ji tevgera azadîxwaz ya gelê me ye. Armanc qirkirina gelê Kurd û ziyan gihandina yekîtiya netewî ye. Bêdengî û bê helwestiya rayedarên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êriş û komkujiyên li ser gelê me, cihê xemginiyê ye. Herwiha nebûna bê helwestiya xelkê Başûrê Kurdistanê jî cihê xemginiyê ye. Ev bê helwestî û bêdengiya partî û aliyên Kurdî ya li hemberî dagirkeran, bi salane dewam dike û dibe sedem ku dijmin bi asanî bikarî bigihi armancên xwe û dagirkeriya xwe dewam bike.
 
Em livir weke RJAK banga avakirina hevpeyman û eniyek dijî dagirkeran dikin ku ji hemû partî û aliyên Başûrê Kurdistanê pêkbê dikin. Ji ber ku helwesta dijî dagirkeriyê erkek netewî û nîştimaniye.
 
Ji bo ku êrişên mîna ya duh pêkneyên, pêwîste dirûşmeya ‘Ji dagirkeriyê na’ bibe hêvênê yekîtiyê. Divê ji bo vê jî êdî peyam û daxuyanî bi pratîkî werin kirin.”