2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Emîne Ayna

  • 13:47 7 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
 
AMED - Dadgehê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê”, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Hevseroka Giştî ya BDP’ê ya berê Emîne Ayna.
 
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) xwe fesh kiribû û bi hinceta axaftinên di 34 çalakiyên di navbera salên 2011-2016’an de hatine kirin, li Hevseroka Giştî ya BDP’ê ya berê Emîne Ayna doz hatibû vekirin. Di dema van çalakiyan de Emîne parlamenter bû û doz bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê” hate vekirin. Di dozê de ceza li Emîne hate birîn. 
 
Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Emîne, ji dosyaya Kobanê girtî ye û tev li danişînê nebû lê parêzera wê Semra Balyan amade bû. Dozger, mutalaaya xwe ya bi îdiayên “li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanan” dubare kir û xwest Emîne were cezakirin.
 
'Ev axaftin, di çarçoveya xebatên siyasî de hatine kirin’
 
Parêzera Emîne, Semra Balyan got ku parastina xwe ya nivîskî pêşkeşî dosyayê kirine û wiha got: “Dema miwekîla min ev axaftine kirin, Hevseroka Giştî ya BDP’ê û parlamenter bû. Ev axaftin, di çarçoveya xebatên siyasî de hatine kirin. Di van axaftinan de ji bo tundiyê teşwîqek tune ye û têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd in. Hêmayên sûcê miwekîla min pê tê tawanbarkirin çênebûne. Beraeta miwekîla xwe dixwazim.” 
 
Bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê' 2 sal cezayê girtîgehê da
 
Dadgehê ji ber 7 axaftinan, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 2 sal cezayê girtîgehê da. Dadgeha ku gihişt wê qenaetê ku ev propaganda li pey hev hatiye kirin, ceza derxist 3 salan. Dadgehê, ceza daxist û kir 2 sal û 6 meh. Ji bo îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” jî dadgehê biryara beraetê da û ji bo axaftin û çalakiyên din jî  “taloqkirina teqîbatê” da.