Komîteya Nobelê ji rewşa Nergîs Mûhammedî bi fikar e

  • 11:36 7 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Nobelê têkildarî greva birçîbûnê ya Nergîs Mûhammedî daxuyaniyek da ku li girtîgeh Evînê ya li paytexta Îran Tehranê girtî ye. Komîteyê diyar kir ku ew ji rewşa Nergîs Mûhammedî bi fikar e.
 
Malbata Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Mûhammedî 6'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku aktîvîst Nergîs Mûhammedî li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
 
Malbatê got, "Ji her tiştên bê serê Nergîsa me wê Komara Îslamê berpirsyar be."
 
Aktîvîst bêparhiştina girtiyan ji derfetên tenduristiyê û zexta ji bo nixumandina serê jinan şermezar dike.
 
Serokê Komîteya Nobelê ya Norwêcê Berît Reîss-Andersen ragihand ku ew ji rewşa Nergîs Mûhammedî gelekî bi fikar in.
 
Berît Reîss-Andersen got, "Ji bo birina mehkûmên jin ji nexweşxaneyê re ferzkirina nixumandina serî li derveyî mirovahiyê ye û li dijî exlaqê ye."
 
Nergîs Mûhammedî yek ji jinên pêşeng ên serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bû.
 
Di 6'ê Cotmehê de Xelata Nobelê ya Aştiyê jê re hate dayin.