Dê bi kampanyayê xwe bighînin welatiyan

  • 09:05 7 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Xebatên kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hatî destpêkirin didome. Jinan destnîşan kirin ku bi kampanyayê dê xwe bighînin hemû welatiyan û bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” li Şirnex û Stenbolê starta kampanyayê dabûn. Kampanyaya ku dê heta 8'ê Adarê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de xebatên perwerdê û kargehan tê organîzekirin. Di perwerde û xebatên karkegan de mijarên wekî tecrîd, polîtîkayên taybet ên şer, mêranî, şîdet û hwd. tên nîqaşkirin. 
 
Aktîvîsta TJA'yê Nevriye Çur û Hevşaredara Pîranê Yasemîn Uçer derbarê kampanyayê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
Ji bo çi kampanya?
 
Nevriye, daxuyand ku bi taybetî îktîdar li Kurdistanê polîtîkayên taybet ên şer didomîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li dijî îhlalkirina mafê mirovan ev kampanya hat destpêkirin. Îktîdar li hemberî Gelê Kurd polîtîkayeke çewisandinê dide meşandin. Her wiha bi taybetî jî jin, ciwan û zarok hedefa yekem tên bijartin. Tecrîta li hemberî Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtîgehan derketiye asta herî bilind. Ev tecrîd bi vî awayî belavî tevahiya qadên jiyanê bûye. Me li dijî vê kampanyaya xwe da destpêkirin."
 
Nevriye, da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de kargehên perwerdehiyê dane destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Bi vê kampanyayê em ê tax bi tax, mal bi mal, bigerin û kargehên xwe pêk bînin. Em ê xwe bighînin hemû welatiyan. Em armanc dikin ku bi xebatên xwe xwe bighînin civakê û bi hev re pirsgirêkan çareser bikin." 
 
'Şer li ser bedena jinan tê meşandin'
 
Nevriye da zanîn ku şerên ji dîrokê heta niha didomin li ser bedena jinê tên meşandin û wiha got: “Niha bi şerê Îsraîl-Fîlîstînê, şerê Ukraynayê, şerê li Rojava... Rastiyeke şer a ku bedena jinê teşîr dike ku di ser zarokan re tê kirin heye "Li dijî vê em ê bikevin hewldanan ku em heta radeyekê rê li ber vê yekê bigirin, li dijî van bisekinin û banga hestiyariyê bikin." Nevriye her wiha anî ziman ku ew ê di xwebatên xwe de balê bikişînin ser zarokan û destnîşan kir ku pirsgirêkên zarokan jî di rojeva wan de ne.
 
'Jinên ku ji dîrokê heta niha têdikoşin hene'
 
Nevriye jinên ku ji dîrokê heta niha têkoşiyane bi bîr xistin û wiha got: “Dema em li dîroka xwe dinêrin rastiyeke me  ku ji çandeke ku ji bo teslîmî dijmin neke bedena xwe parçe dike tê heye. Weke şopdarên vê çandê em ê kampanyaya xwe ya ku bi dirûşma 'Bi jin û azadiyê re ber bi azadiyê ve' dabû destpêkirin bidomînin û bi hişmendiya ku dema jin azad nebe civak jî azad nabe em ê têkoşîn û xebata xwe bidomînin."
 
'Di şeran de hedefa yekemîn jin in'
 
Yasemîn Ûçer jî  got, "Ji bo em sedsala 21'ê bikin sedsala jinê me dest bi vê kampanyayê kir" û destnîşan kir ku bi hedefgirtina jinan civak jî tê hedefgirtin. Yasemînê bal kişand ser pêwîstiya rêxistinbûyîn û hevgirtina li hemberî hemû pirsgirêkan û wiha got: “Divê em hişmendiya zayendî di nava hemû jinan de zêde bikin û her kes li dijî butçeyên şer ên hatine cudakirin îtîraz bike û dengê xwe bilind bike. Ji ber ku hemû argûmanên şîdeta civakî li dijî jinê tên amadekirin. Ji ber vê yekê jî divê jin herdem bi awayêrêxistinî bi hev re di piştevaniyê de bin.”
 
Yasemîn, diyar kir ku ber bi 25'ê Mijdarê ve jin her roj bi hêztir dibin, bi rêxistin dibin û dikevin ferqa ku dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.