'Bêrîvanê ji bo gelê Kurd azadî xwest'

  • 09:04 7 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Melike Aydin
 
MANÎSA - Li Herêma Xerzanê bi bombebardimana TSK'ê ji gerîlayên YPJ'ê Bêrîvan Oruç jiyana xwe ji dest dabû û Bêrîvanê li Êlihê hat veşartin. Xwişka Bêrîvanê, Songulê da zanîn ew di bin bandora jinên li Kobanê ji bo azadiya jinan şer kirine feyz girtiye û got:"Bêrîvanê tenê azadiya me û mafên me dixwest. "
 
Ji gerîlayên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bêrîvan Oruç (Sultan Oruç), di 1'ê Tebaxê de li Herêma Xerzanê bi bombebardimana TSK'ê jiyana xwe ji dest da. Malbata Bêrîvanê li navçeya Bismila Amedê ji ber cerdevantî qebûl nekir mecbûr ma koçî Manîsayê bike. Bêrîvanê ji jinên li dijî DAÎŞ'ê şer kir, feyz girt û tevlî nava refên YPJ'ê bû. Xwişka Bêrîvanê, Songul Oruç da zanîn Bêrîvanê ji bo azadî û mafê gelê kurd her tim li berxwe daye. 
 
Ji ber cerdevantî qebûl nekirin koçberî li ser wan hat ferzkirin
 
Bêrîvanê di 1991'ê de li gundê navçeya Bismilê ya Amedê hat cîhanê. 9 xwişk û birayên hev bûn. Di 1993'yan de gundê wan hat şewitandin û cerdevantî li wan hat ferzkirin. Bêrîvanê û malbata xwe ji ber cerdevantî nekirin mecbûr man koçî Bismilê bikin. Ji Bismilê jî ji bo debara xwe di 1996'an de koçî Manisayê kirin. Di 1999'an de jî li Salihliyê bi cih dibin. Songulê da zanîn wê demê dest bi karê xwe kirine û zarok şandine dibistanê. Songulê bi lêv kir ku dema ew karkerkên demsalî bûn kesên li wir li hemberî wan ne baş bûne. Ji ber nasname û zimanê xwe ew li Manisayê zehmetiyan dibînin. Mamosteyên wan tundiyê li wan dikin. 
 
'Li Artvînê têkoşîna li dijî nîjadperestiyê da'
Bêrîvanê ji ber di nava malbatê de kurdî dihat axaftin kurdî baş hîn dibe. Dibistana seretayî jî li Salihliyê diqedîne. Berîvanê li Artvînê mamostetiya beşa civakî diqedîne. Bêrîvanê li Zanîngeha Çoruh a Artivînê jî li dijî rêxistinbûyinên nîjadperest têdikoşe. Songulê wiha dewam dike:"Bêrîvanê tim dixwest bibe rojnameger lê me nedixwest ji ber nexweşiya bronşîtê pê re hebû. Wê nikarîbû li zanîngehê biqedanda. Gelek tişt ji me re nedigot. Behsa çend întixarên xwendekarên kurd kiribû. Di navbera zexta zanîngeh, wargehê de mabûn. Her wiha digot malbatên hinek xwendekaran ji wan re pere naşînin."
 
'Çû Kobanêya ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dorpêçkirin'
 
Songulê da zanîn Bêrîvanê demekê bêyî xebera malbata xwe li Amedê rojnamegerî kiriye û got:"Bêrîvanê bi birîndarên ji Kobanê hatibûn jî eleqeder bû. Bêrîvanê herî dawî dema li me geriya got ez ê herim dibistanê lê belê em piştre hîn bûn ku ji bo xatir ji me bixwaze li me geriyaye. Piştre dewsa dibistanê çû Kobanê. Hinekî bêdeng bû û fedakar bû. Qet bime neda xuyakirin ku wê biçe."
 
Tevlî têkoşîna jinan a li Kobanê bû
 
Songulê da zanîn ji bo Bêrîvanê azadiya jinan gelekî girîng bû û wiha pê de çû:"Berî here li ser jinan nivîsek parve kiribû. Her tim li dijî sîstema mêr bû. Ji bo wê şerê li Kobanê dihat maneya şerê li dijî kuştina jinan û tunehesibandina jinan."
 
Her sal li me digeriyan û me nerehet dikirin
 
Songulê da zanîn ji bo em cenazeyê Bêrîvanê bigirin polîs sê caran li me geriyan û wiha got:"Dema cara ewilî geriyan, ji bo teşhîsê em çûn lê ne ew bû me testa DNA'yê da. Saleke din geriyan dîsa ne ew bû dîsa testa DNA'yê hat kirin. Dema dawiyê geriyan me nedixwest em herin çimkî me gelekî nerehet kirin. Vê carê bi xwe bawer li me geriyan. Çimkî me berê DNA dabû. "
 
'Dixwest li şehîtgehê bê veşartin'
 
Songulê bi lêv kir wan roja din cenazeyê Bêrîvanê girtiye û bi du wesayitan çûne lê belê destûra derbaskirina wesayitekê nehatiye dayin û wiha lê zêde kir:"Me ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê bir Êlihê. Li vir ji me zêdetir polîs hebûn. Em ji Amedê ne lê em gelek cenazeyên xwe dibin Êlihê ji ber gelek xizmên me li vir in. Em diçin ser goristanên xizmên xwe û bi xwe re kulîlkan dibin. Bêrîvanê dixwest li şehîtgehê bê veşartin lê destûra vê yekê nedan. Gotin ku der vala be li wir veşêrin. Kesek negirtin goristanê. Tenê em nêzî 40 kesî bûn. Li derveyî goristanê gelek mirov hebûn."
 
'Qedandina nîjadperestiyê ya li Tirkiyeyê zehmet e'
 
Songulê da zanîn dewlet ji bo cenazeyan gelek malbatan zêde dide sekinandin û wiha got:"Mixabin qedandina nîjadperestiyê ya li Tirkiyeyê zehmet e. Di şerê ji 40 salî zêdetir hîn zilm li kurdan tê kirin. Zextek zêdetir li ser malbatên gerîla hene. Berê girtin û definkirina cenazeyan hinekî din jî rehetir bû lê belê niha ne wiha ye. Mala şînê nayê dayin. Rêzgirtinek li hember ên jiyana xwe ji dest dane nayê girtin. Em li mala xwe şîna xwe datînin nahêlin em kursiyê li ber deriyê xwe jî deynin. "
 
'Ji bo gelê kurd azadî xwest' 
 
Songulê da zanîn li Kurdistanê zilm û zext heye û wiha got:"Em dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn. Bêrîvanê xwest li Kurdistanê bi ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijî. Ji bo gelê kurd azadî xwest."