ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 7 Mijdar 2023
  • Rojev
 
*Şêniyên li taxa Ordekdede, bal kişand ser cudakariya ku li hemberî elewiyan tên kirin û got: "Dewletê av neda mexdûrên erdhejê yên elewî." Rukan Kokler jî li gundê Çîglî, bal kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha axivî: "Dibe ku çend tiştan bikin lê belê êdî baweriya me bi wan re nayê." BI DÎMEN 
 
*Xebatên kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hatî destpêkirin didome. Jinan destnîşan kirin ku bi kampanyayê dê xwe bighînin hemû welatiyan û bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin. BI DÎMEN 
 
* Li gorî çeteleya Tundiyê ya meha Cotmehê ya Ajansa me 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarokan ji bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ
 
*Li Herêma Xerzanê bi bombebardimana TSK'ê ji gerîlayên YPJ'ê Bêrîvan Oruç jiyana xwe ji dest dabû û Bêrîvanê li Êlihê hat veşartin. Xwişka Bêrîvanê, Songulê da zanîn ew di bin bandora jinên li Kobanê ji bo azadiya jinan şer kirine feyz girtiye û got:"Bêrîvanê tenê azadiya me û mafên me dixwest. " BI DÎMEN 
 
*Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîdê ku xwedî cihên girîng ên dîrokî yên herêmê ye, bi hatina payizê re derdora wê bi rengên payîzê xemilî. Ji 4 aliyên welêt kes tên serdana qesrê, û eleqeyek mezin nîşan didin.  BI DÎMEN