Nergîs Mûhammedî dest bi greva birçîbûnê kir

  • 19:30 6 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - XwediyA Xelata Aştiyê ya Nobelê aktîvîst Nergîs Mûhammedî ku li girtîgeha Evînê ya li Tehranê girtî ye, dest bi greva birçîbûnê kir.
 
Malbata Nêrgizê ragihand ku Nergîs Mûhammedî li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dı daxuyanıya derbarê Nêrgizê de hat dayîn de wıha hat gotın “Nergîs Mûhammedî beriya çend saetan ji malbata xwe re ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di mijara tenduristiya wê de em bi fikar in. Malbatê ragihand ku i her tiştên ku bêne serê Nergîza me wê Komara Îslamê berpirsyar be. Aktîvîstên jin ji bêparhiştina girtiyan ji derfetên lênihêrînê û ferzkirina nixumandina serê jinan şermezar dikin."
 
Malbatê bal kişand ser nexweşiyên pişik û dil ên Nergîs Mûhammedî jî û diyar kir ku divê teqez bê dermankirin.
 
Beriya çend rojan rayedaran Nergîs Mûhammedî nebiribûn nexweşxaneyê ji ber ku qebûl nekir ku serê xwe binixumîne..Nergîs Mûhammedî yek ji jinên pêşeng ên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bû. Di 6’ê Cotmehê de Xelata Nobelê ya Aştiyê jê re hate dayin.