Li Elbakê mirina jinekê ya gûmanbar

  • 18:38 6 Mijdar 2023
  • Rojane
WAN - Hamîde Oktay li gundê Bazê yê navçeya Elbakê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
 
Li gundê Bazê yê navçeya Elbakê ya Wanê Hamîde Oktay (65) bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Hemîdeyê danê nîvro li mala xwe mirî hatiye dîtin.
 
Ekîbên tenduristiyê û cendirme yên ku piştî agahiya  xizmên Hamîdeyê hatin cihê bûyerê, tesbît kirin ku Hemîde miriye. Cenazeyê Hamîde ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
 
Hat diyarkirin ku Hemîde dê piştî otopsiyê li gundê Bazê bê definkirin.