Wê li Hesekê Festîvala 'Çanda Neteweya Demokratîk' bê lidarxistin

  • 13:18 6 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma "Bi rihê çanda neteweya demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin'' amadekariyên festîvala çandê dike.
 
Festîvala '' Çanda Neteweya Demokratîk'' dê  bi serpereştiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê rojên 10 û 11'ê Cotmehê li navçeya Til Birakê ya girêdayê kantona Hesekê were lidarxistin.
 
Li gorî komîteya amadekar a festîvalê de, dê 28 çalakiyên çandî û hunerî (Stran, govend, pêşangehên huner û mîraseya pêkhateyên herêmê) werin pêşandan.
 
Endamê komîteya amadekar a festîvalê Mihemed Cûdî ji ajansa me re diyar kir ku festîval çandî ye û got: "Ji ber ku dê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê;  Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Kildan, Ermen û Kildan beşdar bibin. Festîval ji bo parastina resenî û şaristaniya gelan e. Di heman demê de ji bo nîşandana çanda pêkhateyan di çarçoveya felsefeya neteweya demokratîk de ye."
 
Der barê diyarkirina navçeya Til Birakê  de ku dê festîval lê were lidarxistin Cûdî got: "Me kantona Hesekê hilbijart ji ber ku gelek deverên şûnwarî lê hene. Navçeya Til Birakê jî hatiye diyarkirin ji ber ku xwedî girîngiyeke erdîngarî  û dîrokî ye."
 
Mihemed Cûdî diyar kir ku di festîvalê de ê çalakiyên cihereng wekî stran, şano, xwarinên gelerî, kardestî û alavên kevin werin nîşandan.
 
Li gorî komîteya amadekar, di roja yekemîn a festîvalê de dê axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên çandê yên li herêmê ve werin kirin.
 
Her wiha dê komên girêdayî navendên çandê yên herêma Cizîrê berhemên xwe nîşan bidin, dê mîrasên pêkhateyên û cil û bergên folklorî werin pêşandan, dê pêşangeheke pirtûkan û ya wêneyan were vekirin û dê pêşbirka hespan hebe û xwarinên gelêrî werin pêşandan.
 
Di roja duyemîn a festîvalê de, dê koma govendên asûrî, koma "Asayîl" a ji Tebqayê, koma "Sayat Nofa" ya stranên ermenî û komên din ên ji herêmê hunerên xwe pêşkêş bikin.