Dewleta tirk li Ranyayê qada sivîl bombebaran kir

  • 13:08 6 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyan, dewleta tirk gundê Boskênê yê Ranyayê bombebaran kir û sivîlên birîndar hene. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk bi balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) gundê Boskên ê girêdayî bajarokê Ranyayê ya bi ser Îdareya Raperînê bombebaran kir. Hat zanîn ku qadên hatine bombebarankirin qadên sivîlan e û têkildarî encamên êrişê agahî nehatin bidestxistin.