Li Rûsyayê Mîhrîcana Otonomiya Kurd hat lidarxistin

  • 11:51 6 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rûsyayê Mîhrîcana Otonomiya Kurd hate lidarxistin. Hunermendên ji neteweyên cuda yên li Rûsyayê di mîhrîcanê de hunera xwe pêşkêş kirin.
 
Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdên li Federasyona Rûsyayê li paytexta herêma Saratov a Rûsyayê Saratovtayê mîhrîcan li dar xist.
 
Mîhrîcan bi piştgiriya Wezareta Neteweyan a Rûsyayê û Wezareta Têkiliyên Civakan û Polîtîkaya Navxweyî ya Herêma Saratovê hate lidarxistin.
 
Di mîhrîcanê de ku li Mala Çand û Hunerê ya Neteweyî pêk hat, hunermendên ji gelek neteweyan tevlî bûn.
 
Mîhrîcan bi 2 qonaxan pêk hat. Qonaxa destpêkê di navbera 15'ê Îlonê û 20'ê Cotmehê de bû. Ji neteweyên cuda yên Rûsyayê gelek hunermendan serlêdan kirin û ji aliyê jurî ve hate nirxandin. Di encamê de jî ji 6 herêmên Rûsyayê 28 hunermend hatin hilbijartin. Hunermend ji Moskowa, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stravrapol û Adigeyê beşdar bûn.
 
Mîhrîcan bi rengê pêşbirkê derbas bû. Di encamê de jî di kategoriya zarokan a koma destpêkê de Yûnûsova Mariya ya ji navçeya Krasniî Kût a herêma Saratovê bû yekemîn, Yeva Arûtsamyan a ji heman ehrêmê bû duyemîn û Malayev Bûlat jî bû sêyemîn.
 
Di koma duyemîn de jî Îmozemtseva Vîktoriya ji Saratovê bû yekemîn, Aliyeva Azîza ji navçeya Krasniî Kût bû duyemîn û Cûrayev Abdulvafo ji herêma Tambovê bû sêyemîn.
 
Di beşa mezinan de jî ji bajarê Novoaleksandrovskê Kolalev Artem bû yekemîn, ji navçeya Yerşov a Saratovê Mîrzayeva Gylîzar bû duyemîn û ji herêma Tambovê jî Ûsenov Mexmet bû sêyemîn.
 
Mîhrîcan bi belavkirina xelatan li serketiyan bi dawî bû.