Li Dêrê Roja Kobanê ya Cîhanê

  • 11:04 6 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Sydneyê li dêrekê çalakiya "Roja Kobanê ya Cîhanê" hat lidarxistin.
 
Bi boneya “Roja Kobanê ya Cîhanê” li “Uniting Church of Australia” ya bajarê Sydney ê Awûstralyayê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de Pastor Bill Crews axivî û hurmeta xwe ya ji bo têkoşîna mafdar a gelê Kurd a azadiyê anî ziman. Keşîş anî ziman ku têkçûna DAIŞ'ê ya piştî serkeftina Kobanê û sîstema hevserokatiyê nîşanî hemû cîhanê da ku Rojavaya xweseriya demokratîk dikare ji bo çand, bawerî û gelên cuda bi hev re bi wekhevî bijî.
 
Pastor Bill diyar kir ku dema li Ewropayê di projeyên alîkariyên mirovî de dixebitin bi gelek penaberên Kurd ên ji destê DAIŞ'ê reviyan re hevdîtin pêk aniye û spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd û berxwedana wan kir.
 
Di axaftinên li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sydney de hate kirin de bal hat kişandin ser rêveberiya xweseriya demokratîk a ku gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn.