Kiryar hatin beraetkirin, li malbata Esrayê lêpirsîn hat vekirin

  • 10:25 6 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Derbarê ekiryarên tecawizî  Esra Y. kirin de biryara beraetê hat dayîn lê li malbata wê bi îdaya "kuştina bi qestî" lêpirsîn hat vekirin. 
 
Li gundê navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 27'ê Gulana 2016'an de, Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz, tecawizî Esra Y. ya 11 salî kiribûn. Piştî ku Esrayê ji malbata xwe re bûyer vegotibû pêvajoya hiqûqî hatibû destpêkirin û derbarê sê kiriyaran de di encama doza hatibû vekirin ku li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin de, bi sûcdariya, "Êrîşa zayendî" û " Kes ji azadiya wan bêparhiştinê" her yek ji kiryaran bi 42 sal cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Piştî ku kiryara  li Dadgeha Edlî ya Herêmê îtîraz kirin,  biryar hat xirakirin û hat xwestin ku kiryar ji nû de bên cezakirin. Lê piştî ku kiryar hatin girtin bi 8 mehan bi îdaya "delîl têrê nakin" hatin tahliyekirin. Piştî ku kiryar hatin tahliyekirin li Esrayê întîhar hat ferzkirin.
 
Beriya Danîmarkiyan tehdît dike
 
Beriya danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê ya 3'ê Mijdarê, malbata Esra ji aliyê kiryar û malbatên wan ve rastî gefên kuştinê hat. Li gorî agahiyên ji aliyê malbatê ve hatin dayîn, hate diyarkirin ku ger di danişînê de kesek bê girtin dê birayê Esra Y. Omer Y. bê qetilkirin û mala wan a li gund bê valakirin.
 
Omer Y. ji danişînê hat derxistin
 
Di danişîna ku kiryar neçûn de Omer zextên li gund û tiştên ku Esra beriya întîharê pê re derbas kir vegot û spasiya kesên ku piştgirî dan jî kir. Heyeta dadgehê bertek nîşanî  Omer da û got, "Ev der ne cihê spasiyê ye." Parêzerên ku nexwestin Omer ji salona danişînê bê derxisitn jî ji ber ku îtîraza wan nehat qebûlkirin gotin ew ê tevli danişînê nebin.
 
Li aliyê din balkêş bû ku Alîkarê Waliyê Colemêrgê jî beşdarî danişînê bû. Piştî navberê, beriya ku parêzer bikevin salona dadgehê, heyeta dadgehê bi hincetên "delîlên têrker tune ne" biryara beraetê derbarê 3 kiryaran de da.
 
Li malbatê lêpirsîn hat vekirin
 
Di danişînê de hat destnîşankirin ku encamên teqez ên ku Esra dibe ji aliyê kesekî din ve hatiye kuştin hene û  der barê malbatê de ji ber sûcê "kuştina bi qestî" lêpirsîn hat destpêkirin. Ji aliyê din ve hat îdiakirin ku bi nirxandina mijarên din ên di dosyayê de ku DNA bi temamî nehat tespîtkirin, biryar hat dayîn ku der barê kê tecawiz li Esrayê kiriye de lêpirsîneke nû bê vekirin.