Medya Rosan ya YJK-E’yî: Em ê teqez bi ser kevin

  • 09:05 6 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama YJK-E'yê Medya Rosan da zanîn ku armanca pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û pêkanîna aştiyê ye. Medyayê wiha got: “Ev paradîgma ji bo min riya çareseriyê ye. Tu hêz êdî nikare fikr û raman bide sekinandin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez  bi ser kevin.”
 
Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal e li Îmraliyê tê tecrîdkirin û 33 meh e agahî jê nayê girtin di 10’ê cotmehê de li her çar alî cîhanê li 74 navendan bi awayekî hevdem starta pêngava ‘Ji Abdullah  Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat dayin.  Di roja 20’an a pêngavê de ji her derê cvîhanê piştgirî ji bo pêngavê tê. Yek ji saziyên ku xwedî li pêngavê derdikeve Tevgera Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) ye.
 
Endama YJK-E’yê Medya Rosan der barê helwesta Almanyayê ya li dijî tecrîdê û pêngavê de ji JINNES’ê re axivî.
 
‘Welatê yekem  car tecrîd pêk anî Almanya bû’
 
Medyayê daxuyakirin ku tecrîd li gorî hiqûqa navneteweyî û qanûnên Tirkiyeyê binpêkirina maf e û wiha got: “Kes li ku girtî dibin bila bibin mafên wan hene. Lê Abdullah Ocalan 25 sal e ji mafên xwe bêpare.Ev binpêkirina maf nayê qebûlkirin. Yekem welatê tecrîd li ser Ocalan pêk anî Almanya bû. Li Almanyayê tu nikarî behsa rewşa Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê û qirkirinan bikî. Doza ceza tê vekirin. Ji tecrîdê re çarçoveyek qanûnî xêz kirine.”
 
‘Abdullah Ocalan felsefeya jiyana nû pêşkêş kir’
 
Medyayê destnîşan kir ku ji paradîgma Rêberê PKK’ê nerehet dibin û wiha vegot: “PKK ji partiyên rizgariyê yên neteweyî yên din cuda ye. Ne tenê têkoşîna nasnameya neteweyî da. Abdullah Ocalan felsefeya jiyanê pêşkêş kir. Vê jî hêzên hegemon nerehet kiriye. Planên ji bo Rojhilata Navîn hatibûn xêzkirin serobino kir.”
 
‘Almanya dixwaze PKK’ê tune bike’
 
Medyayê ev tişt bi lêv kir: “Almanya her  tim dibêje divê em PKK’ê tune bikin. Ji ber vê nêrînê Tirkiye bi Almanyayê re dibe hevkar. Di êrîşên li hember Rojava de Almanya ji ber vê hevkariyê bêdeng ma. Her kes Fîlîstîn, Ukraynyanê diaxivve û tiştên ku Erdogan dike naxivin. PKK’ê tu carê bombe navêt ser sivîlan. Sîvîl dîl negirtin. Îşkence li kesî nekir. Her kes vê dizane.”
 
‘Ev paradîgma ji bo min riya çareseriyê ye’
 
Medyayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan bandorek mezin li ser wê kiriye û wiha domand: “30 sal e di nav tevgera Kurd me. Di 93’an de min nas kir. Di vir de nêzîkatiyeke ez bibim serdest, tunebû. Terzek cuda hebû. Di 1994’an de konferansa rizgariya tevgera jinên Kurd a Ewropayê li Almanyayê hatibû kirin. Ez tevli bibûm. Min cara yekem evqas jin ligel hev dîtibûn ku siyasetê nîqaş dikin. Îlhamek mezin dabû min. paradîgma Abdullah Ocalan ji bo min çareserî ye. Li Almanyayê gel hevkariya dewletan qebûl nake. Em bi salan têdikoşin û herî dawî me di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî ’ de cih girt. Armanca pêngavê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û pêkanîna aştiyê ye.”
 
Em ê bi ser kevin!
 
Medyayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hêzên hegemon ji fikra Abdullah Ocalan ditirsin û got: “Ji ber vê jî tê tecrîdkirin. Armanca vê pêngava me ev e ku Abdullah Ocalan bê azadkirin û tecrîd bê bidawîkirin. Ev paradîgma ji bo min riya çareseriyê ye. Tu hêz êdî nikare fikr û raman bide sekinandin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez  biserkevin.”